Wezîrên HDP'î ku di hikûmeta demkî de cih digirtin, dan zanîn ku ji bo ew pêşiya şer bigirin di Desteya Wezaretan de cih girtine û wiha gotin: "Lê di asta ku em hatinê de em ji hikûmeta ku teşhîr bûye, rûpoşa wê ketiye, ji şer sûdê digire, goristanan bombebaran dike, mizgeft û malên cem xera dike û dişewitîne vedikişin."
Wezîrên HDP'ê ku di Desteya Wezîran de cih digirtin û îstifa kirin li Navenda Giştî ya HDP'ê civînek çapemeniyê li dar xistin. Wezîran dan zanîn ku bi awayekî fiîlî di xebat meşandinê de zehmetiyan dijîn ji ber wê jî îstifa kirine. Alî Haydar Konca da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ku ev 13 sal in bi tena serê xwe desthilatdar bû di 7'ê Hezîranê de di hilbijartinan de ji gel dersek mezin girtiye û wiha got: "Qesir û AKP piştî encama vê hilbijartinê hezîmetek ku ti car nayê jibîrkirin jiyan e."
'ME AKP TEŞHÎR KIR'
Konca di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Di asta ku em hatin e de ew ji hikûmeta demkî ya AKP'ê ku teşhîr bûye, rûpoşa wê ketiye, ji şer sûdê werdigire, êrîşî goran, mizgeft û malên cem dike vedikişin. Wekî du wezîran piştî ku me bi partiya xwe re hevdîtin kir me biryara îstifayê da. Gelê me di refên têkoşînê de ji hilbijartina nû re amedekariyan dike. Di 7'ê Hezîranê de ku me nekir Serokdewlet em ê di vê hilbijartinê de jî nekin Serokdewlet. Em ê di 1'ê Mijdarê de desthilatdariyê ji AKP'ê bigirin."