Encamnameya 6. Kongreya PYD'ê hat aşkerakirin
Encamên 6. Kongreya PYD'ê bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Di encamnameyê de gotin ku wê amadekariyên lidarxistin kongreyeke hêzên mûxalefeta Sûriyeyê li Rojava bikin.
Encamên 6. Kongreya PYD'ê bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Di encamnameyê de gotin ku wê amadekariyên lidarxistin kongreyeke hêzên mûxalefeta Sûriyeyê li Rojava bikin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 20 û 21’ê Îlonê de li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê 6. kongreya xwe lidar xist û tê de 273 delegeyên partiyê ku nûnertiya rêxistinên wê yên hundir û derve dikin, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û 300 mêvanên ji partiyên Kurd, Kurdistanî û Ewropayê amade bûn.
PYD'ê encamnameya kongreya bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihandin. Daxuyanî wiha ye:
"Partiya me di 20 û 21’ê îlonê de li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê 6’emîn kongreya xwe lidar xist û têde 273 delegeyên partiyê ku nûnertiya rêxistinên wê yên hundir û derve dikin, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û zêdetirî 300 mêvanên ji partiyên Kurdî, Kurdistanî û Ewropayê û kesayetên serbixwe amadebûn. Bi dehan partî, rêxistinên Kurdî, Erebî, Suryanî, Asûrî, Sûrî, Kurdistanî, Navneteweyî û kesayetên çalakvan ên siyasî, civakî, çandî kongreya me pîroz kirin û hevgirtina xwe bi têkoşîna ku partiya me di vê qonaxê de dimeşîne, anîn ziman.
Kongreya me ya 6. veguhezî festîvala demokrasiyê, tê de nêrînên cuda cuda yên partiyên Rojava, parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê kom bûn. Ev yek jî ji bo me şanazî ye, her kesî diyar kir ku ew li gel têkoşîna partiya bi hevkariya hemû pêkhateyên herêmê ye, disekinin û destekê didin me.
Di roja yekemîn a kongreyê de (20’ê Îlonê) piştî ku rapora siyasî ya hevserokartiya partiyê hate xwendin, mêvan axivîn û peyamên pîrozkirinê yên hatine şandin, hatin xwendin. Kongre du rojan li pey hev dewam kir. Di van rojan de raporên siyasî û rêxistinî yên rêxistinên partiyê hatin xwendin û nirxandin. Careke din bernameya partiyê ya siyasî û rêziknameya wê di ber çavan re hate derbaskirin, guhertinên pêwîst ji aliyê komîteya amadekar a kongreyê ve hatin kirin.
Di nirxandinên siyasî yên di asta cîhanê, herêmê û hundir de hatin kirin hate xuyakirin ku li Rojhilata Navîn sîstema global a cîhanê şerekî germ û wê hemû bi xwîn ve diçe. Ev şer di bin bandora siyaset û berjewendiyên herêmî veguheziye şerekî qirêj ku tê de hemû alav û şêwazên li dijî rêpîvanên mirovahiyê tên bikaranîn. Di aliyê raberî û şênberî de ev yek xeteriyeke mezin li nirxên mirovahî, kultûrî û çandî de çêdike. Vê yekê hişt ku hemû hêzên demokratîk ên parastina rûmet û nirxên mirovahiyê dikin, li rex hev bisekinin û di xendekekê li hemberî hêzên tarî bisekinin. Armanc ji vê hevgirtinê ew e ku nirxên mane ji qêrijiya vê nexweşiya ku bûye xeteriyeke mezin li hebûna mirovahiyê, biparêzin. Kesên di kongre de amade bûne xuya kirin ku ji bo dewamkirina têkoşîna dawîlêanîna vê nexweşiyê ew bi israr û vîneke xurt in. Her wiha diyar kirin ku rêya partiya ji xwe esas digre rêya herî rast e û pêwîst e bêhtir di vî aliyî de kûr û mezin bibe da ku rêbaz û alavên wê yên çareserkirina aloziya Sûriye ku şoreşa rûmetê ji xeta xwe ya demokrasiyê derketiye û Rojhilata Navîn tê re derbas dibin, têrê bikin. Gelek beşên civaka Sûriye dibînin ku partî nûnertiya daxwaz û hêviyên wan ên siyasî di pêşeroja Sûriye de dike, ji ber vê yekê divê bingeha partiyê ya gelerî berfirehtir bibe û hemû beşên civaka Sûriye di nava xwe de bigre.
Kesên ku rewşa siyasî di kongre de nirxandin, xebatên siyasî û dîplomatîk ên partiyê di nav de tevlîbûna wê di nava sosyalîzma navneteweyî, erênî dîtin. Lê ev xebat di dewam bike û bi hêztir were meşandin da ku hemû pêdiviyên rewşê ku têde şerekî germ û çarenûsî tên kirin, pêk bîne. Her wiha rêzdariya îradeya navneteweyî ku di daxuyaniya serokatiya Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî ya têkildarî xebatên çareserkirina siyasî li Sûriye yên Şandeyê Navneteweyî Staffan de Mistura helwesteke di cih de ye û dibe ku bêhtir were dewlemendkirin. Her wiha dewamiya hebûna partiyê di nava Heyet El-Tensîq tevî cudahiyên hin nerînên der barê doza Kurd de ku em hewl didin wan jî rakin, gaveke erênî ye. Dewamkirina danûstandinan bi aliyên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriye û bi taybet aliyên nêzî projeya çareseriyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşniyar kiriye ku têde daxwaza avakirina meclîsa Sûriye ya demokratîk tê kirin.
Di nirxandinan de siyaseta partiyê ya têkildarî piştgiriya di aliyê siyasî û manewî de ji YPG, YPJ û saziyên Rêveberiya Xweser ên Rojava re ku esad digire baş hate dîtin. Her wiha siyaseta partiyê di aliyê têkiliyên Kurdî-Kurdistanî yên hundirîn erênî hate nixandin û pêwîstiya pêşxistina van têkiliyan hate ziman. Li gel vê yekê ji partiyê tê xwestin ku roleke aktîf di pêşxistina têkiliyên bi hêzên Kurdistanî re, bilîze da ku Kongreya Neteweyî ya Kurdî were lidarxistin û bibe lêvegereke Kurdistanî ya her 4 parçeyên Kurdistanê. Di nirxandinan de beşdarbûna nûnerên hêzên Kurdistanî di kongreya me de, hate slavkirin û ev yek wekî gaveke erênî di rêya civandina Kongreya Neteweyî ya Kurd de bi nav kirin.
Di kongre de biryar hate girtin ku ji bo kongreyeke hêzên opozîsyona Sûriye yê ku bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriye li Rojava were lidarxistin, divê xebat werin meşandin. Têkilî bi hemû aliyên Kurdî li Sûriye û li parçeyên din ên Kurdistanê werin danîn. Her wiha ji bo xebatên rêlibergirtina koçberiya ji Kurdistanê ku xeteriyeke mezin li ser hebûna pêkhateyên Mozopotamya çêdike, hin biryar hatin girtin. Kesên di kongre de amade bûn dîtin ku ev koçber siyaseteke plankirî ye û ji aliyê hêzên ku nikarîbûn bi şer demografiya herêmê bidin guhertin, tê meşandin.
Di dawiyê de piraniya endamên kongre hevala me Asya Ebdulah û hevalê me Salih Muslim wekî hevserokên partiyê ji bo dewreyeke nû hilbijartin. Her wiha 37 endamên kongre (16 ji wan jin in 43%) ji bo meclîsa partiyê hatin hilbijartin.
Hevserokên partiyê, endamên meclîsa partiyê û endamên kongre soz dan ku rêya tekoşîna xwe dewam bikin û her tim şehîdên keç û xort ên pêkhateyên Rojava ji xwe re esas bigrin da ku armancên van şehîdan dixwest, pêk bînin."