KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
-
Li Kurdistanê polên dibistanan vala man
Li ser banga KCD'ê ya ji bo bal bikşînin ser perwerdeya zimanê zikmakî hefteyek dibistan bên boykotkirin, li tevahiya dibistanên bajar û navçeyên Kurdistanê zengil bêyî xwendekaran lê ket.
-
Cenazeyê ajokarê ambûlansê hat veşartin
Cenazeyê ajokarê ambûlansê Şeyhmûz Dûrsûn ê li Elkê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Birayê wî Şevket Dûrsûn di axaftina xwe ya li vir de got, "Ji mirina kekê min, qeymeqam berpirsyar e."
-
-
-
-
-
-
-
Karayilan: AKP bi derewên mezin şer dimeşîne
Fermandarê NPG'ê Karayilan diyar kir ku, gel ketiye pêvajoya xweparastinê û qadên li Bakurê Kurdistanê yên di bin kontrola gerîla de ne, zêde bûne. Karayilan got ku dewleta Tirk a nikare bikeve van qadan, hem vê rewşê hem jî windahiyên xwe vedişêre.
-
-
-
Polîs ji Sûrê vekişiyan
Li Sûrê ji ber berxwedana gel polîs û polîsên tîmên taybet neçar man êrîşên xwe bi dawî bikin û vekişin. Hate zanîn welatiyek bi bombeyê gazê birîndar bûye û piştre polîsan ew derb kirine û binçav kirine.
-
-
Li Bismilê zarokeke 8 salî hat qetilkirin
Li Bismilê piştî qedexeya derketina derve polîs ketin nav hewldanên komkujiyê. Li Taxa Avaşînê polîsan gel gulebaran kirin û bombe avêtin mala malbata Şîmşek. Ji ber teqîna bombeyê zaroka bi navê Elîf Şîmşek (8) jiyana xwe ji dest da.
-
-
-
Li Sûrê polîs êrîş dike gel li ber xwe dide
Polîsên ku hewl didin bikevin Taxa Hasirli ya navçeya Sûrê gel gulebaran dikin. Li hemberî êrîşan gel dest bi berxwedanê kir û HDP, DBP, KCD û KJA jî dê ji bo piştgiriyê saet di 18:30'an de biçin Qada Şêx Saîd.
-
-
-
Gora Ekîn Wan hat ziyaretkirin
Gora gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan), a li Gimgimê di şer de birîndar bû û bi îşkenceyê hat înfazkirin, bi girseyî hat ziyaretkirin.
-
-
Gerîlayan li Dêrsimê serdarekî artêşa Tirk kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo bîranîna Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Baran Dêrsim, gerîla Erdal, Cîlo û Botan, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de serdarekî artêşa Tirk hat kuştin. Lê windahiya giştî ya artêşê nehat zelalkirin.
-
-
YPG’ê 27 şervan bibîr anî
Navenda Çapemeniya YPG’ê 27 şervanên YPG/YPJ’ê yên sala 2014’an di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Mebrûka de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî û nasnameyên wan aşkera kir.