Wekîlên HDP'yî û rêveberên DBP'yî diçin Lice û Sûrê

Parlamenterên HDP'yî û rêveberên DBP'yî diçin navçeyên Lice û Sûrê.

Di daxuyaniya Rêxistina Amedê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) de hat gotin, "Polîsên tevgera taybet ên ku ev du roj in navçeya me Sûr dorpêç kirine, dane vê sibehê bi bombeyên gazê û fîşekên rastî gule li derdorê reşandine û niha li navçeya me Sûrê pevçûneke mezin diqewime."

Hat ragihandin ku rêyên di navbera Lice û gund û navçeyên din ên Amedê de ji aliyê leşker û polîsan ve hatine qutkirin.

Heyetên ji rêveberên DBP'ê û parlamenterên HDP'ê ji bo lêkolînkirina bûyerên li Lice û Sûrê diqewimin, ketin ser rêya navçeyan.