Polîsan li Sûrê zarok bombe kirin: Rewşa 2 zarokan girane

Polîsan li Taxa Fatîhpaşayê 2 jê giran 5 zarok birîndar kirin. Zarokên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcle û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.

Polîsan li Taxa Fatîhpaşayê 2 jê giran 5 zarok birîndar kirin. Zarokên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcle û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.

Polîsên tîmên taybet bi piştgiriya sekvanan bi ser taxê Hasirli û Fatîhpaşayê ya Sûra Amedê de girtin. Polîsan li Taxa Fatîhpaşa ya Sûra Amedê êrîş pêk anî. Di êrîşa polîsan de 5 zarok birîndar kirin. Birayên hev Mehmet Ali Tekin û Yusuf Tekîn û zarokên bi navê Songun Kaya, Alî Kaya û Şeyhmus Sevîptek birîndar kirin.

Li Kûçeya Altay a Taxa Fatîhpaşayê zarok bi teqemeniya polîsan birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Zarokên birayên hev Mehmet Alî Tekîn û Yusuf Tekîn jî ji ber rewşa wan giran bûn sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. Dermankirina zarokên bi navê Songul Kaya, Alî Kaya û Şehmus Sevîptek li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî berdewam dike.