Du zarokên destên wan qut bûn sewqî Amedê kirin

Ji zarokên bi mayîna çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûn, 2 zarok sewqî Amedê hatin kirin. Hat ragihandin di teqînê de destê 2 zarokan qut bûye.

Li gundê Boban ê Kobanê, duh êvarî mayîna ku zarokan li ser xeta mayînan dîtin di nav zarokan de teqiya. Di teqînê de zarokên bi navê Şevîn (9), Lava (9), Ferzad (10), Hamudê (6), Înas (6), Ronas (8), Malva (7) û Bêrîvan Musa (7) ku xizmên hev in birîndar bûn. Zarokên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî mudaxaleya yekem 5 zarok sewqî nexweşxaneyên li Rihayê hatin kirin.

DESTÊ 2 ZAROKAN JÊ BÛN

Ji 5 zarokên ku biribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê, ji ber rewşa Bêrîvan Teyyar û Malva Ferzad giran bû sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê kirin. Zarokên birîndar Hamudê Ferzad û Înas Mihemed jî sewqî Nexweşxaneya Meydanê ya Taybet a Înasê kirin. Her wiha Ronas Mihemed, Lava Ferzad û Şevîn Ferhat piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin dermankirin û reşwa wan baş bÛ şandin malê. Hat ragihandin ku rewşa zarokên li nexwexaneyên Rihayê tên dermankirin ber bi başbûnê ve diçe.

MAYÎNA KU KEVIR AVÊTINÊ TEQIYA

Bavê zarokên birîndar Malva Ferzad û Hamudê Ferzad, Ferzad Osê (31) diyar kir ku teqîn li nav darên zaytûnan pêk hat û got ku piştî dengê teqînê bihîstin ber bi cihê teqînê ve çûye. Osê anî ziman ku li cihê teqîn rastî dîmeneke xirab hatine û destnîşan kir ku keça wî di nava xwînê de jê re gotiye "Bavo min ji vir rake" û ev tişt anî ziman: "Min dît ku her zarokek bi derekê ve pengizîbûn. Min bi birayê xwe re zarokên birîndar anî gund. Zarok mayina ku dîtine kevir avêtinê û bi vî awayî teqiya ye."