KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji gerîlayên HPG’ê li gelek navendan çalakî
Gerîlayên HPG’ê, ji bo bîranîna gerîlayên HPG’ê Baran Dêrsim, Cîlo, Erdal û Botan ên 16’ê Îlonê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, li hemberî konvoyeke leşkerî ya kelûpel dibirin Qereqola Avûtka ya girêdayî navçeya Xozat çalakiyek li dar xistin. -
Li herêmên gerîla bomberdûmanên dijwar
Artêşa Tirk li hember herêmên gerîla bomberdûmanên xwe yên bi obus, hawan û tankan bi dijwarî didomîne. -
Hediye Yûsuf: Ragihandina azad amûra gihandina rastiyê ye
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf diyar kir ku raghandina azad amûra gihandina rastiyê ye. -
Gerîlaya HPG’ê Fatma Amara li Şirnexê spartin axê
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Fatma Amara ya ji Makuyê û 6'ê Îlonê li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da piştî 16 rojan malbata wê ji Rojhilatê Kurdistanê nehat, cenaze teslîmî Şaredariya Şirnexê hat kirin û hat definkirin. -
Li Şirnexê terora dewletê: 2 mirî yek jê giran 9 birîndar
Li Taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di dorpêça polîsan a ku duh destpê kir 2 kes hatin qetilkirin, yek jî giran 9 kes hatin birîndarkirin. Di encama dorpêça ku heta seat 04.30'an berdewam kir de mal û wesayîtan zerarekî mezin dîtin. -
Nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 5 pakrewanên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir. -
Li Riha û Colemêrgê 6 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Riha Sêwerek û navçeya Colemêrg Geverê 6 kes hatin binçavkirin. -
Ji ber ku çekên giran hatin bikaranîn cenazeyên HPG'yiyan nehatin naskirin
Cenazeyên 20 gerîlayên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku çekên giran hatin bikaranîn, nehatin naskirin. Cenaze li Meletiyê tên sekinandin. -
Kongreya 2. a YRA li Qamişlo destpê kir
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), duyemîn kongreya xwe bi dirûşmeya "Ragihandina azad, civak û jiyana azad e" li Qamişloyê pêk tîne. -
Polîsan li Nisêbînê zarokekî astengdar birîndar kirin
Li Nisêbînê dorpêçkirina polîsan dewam dike û dengê çekan tê. Di encama gulereşandina polîsên Tirk de li taxa Firatê Mehmet Ermez (16) ê astengdar birîndar bû. -
Li kampa Êzidiyan a NY de leşker hatin bicihkirin
Hat ragihandin, ku kampa Êzidiyan a li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya di bin parastina Komîsderiya Bilind a Neteweyên Yekbûyî de ye, veguheriye biryargeha şer a hêzên artêşa Tirk. -
Tank ketin nava navçeya Farqînê
Piştî ku li navçeya Amed Farqînê îro 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin, tankên artêşa Tirk ketin navenda navçeyê. -
Fermandariya YPG/YPJ: Têkilî û koordînasyona me ya bi koalîsyonê re wê bidome
Fermandariya Giştî ya YPG/YPJ'ê da xuyakirin ku têkiliyeke wan a xurt bi Koalîsyona Navneteweyî re heye û destnîşan kir, ku ev têkiliyên ku hin derdor hewl didin provoke bikin û xera bikin, wê ji niha û pê ve jî bi xurtî dewam bikin. -
Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê xwe bi rêxistin dikin
Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê dijîn, xwe bi şêweyê Platformê bi rêxistin dikin. -
Malbata Baran Dêrsim: Em dixwazin cenazeyên xwe werbigirin
Kekê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Baran Dêrsim ê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da Mûrat Aydemîr got, "Em dixwazin bi lez û bez cenazeyê xwe werbigirin." -
Balafirên şer Çiyayê Cûdî bombebaran kirin
Balafirên şer ên Tirk ku di seatên dawî de ji Amedê rabûn heremên Kaniya Spî, Navsera Cûdî û Geliyê Hirça yên li derdora Çiyayê Cûdî bombebaran kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Temel li rex xizmên xwe hat defnkirin
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Fîkret Temel (Kato Setkarê) ê di pevçûna li navçeya Elkê jiyana xwe ji dest da li rex apê xwe Ahmet Temel û pismamê xwe Botan Temel ê di êrîşa hewanan a leşkeran de jiyana xwe ji dest dan hat defnkirin. -
Parlamenter Irgat: Şehîdgeh hilweşandin, leşkeran em gulebarankirin
Parlamenterên HDP’ê dema diçûn Şehîdgeha Xerzanê ya hatiye xerakirin lêkolînan bikin, rastî êrîşa leşkeran hatin. Parlamenter Irgat got, “Dema em dihatin gulebarankirin, ez li Walî geriyam. Bi min re neaxivî.” -
HPG: 24 leşker, 27 tîmên taybet û 2 polîs hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayan ên li hember artêşa Tirk de li gor ên hatine tespîtkirin 24 leşker, 27 tîmên taybet û 2 polîs hatin kuştin. -
Gerîlayê HPG’ê Sayiner ji aliyê hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Veysel Sayiner (Rêzan Eledag) di şerê çiyayê Tendurekê de jiyana xwe ji dest dabû ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin. -
Gaydali: Polîsan em bi mirinê tehdîd kirin, leşkeran em gulebaran kirin
Li gundê Olek ê Bedlîsê polîs û leşkeran gule berdan parlamenterên HDP’ê yên xwestin bikevin “Şehîdgeha Xerzanê”. Parlamenter bi mirinê hatin tehdîdkirin. -
Li Amedê berxwedana ciwanan didome
Li navçeya Farqîn û navenda Amedê çalakiyên berxwedanê yên ciwanan didomin. -
Ji artêşa Tirk bomberdûmana hewayî û bejahî
HPG'ê, bomberdûmana xwe ya ji hewayî û bejahî ya li hemberî qadên gerîla didomîne. Di van êrîşan de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da. -
Frekansa Stêrk TV ya li ser Nîlsatê diguhere
Stêrk TV ya li ser Hotbird û Nîlsatê weşanê dike, frekansa wê ya li ser Nîlsatê ji 1'ê Cotmehê û pê ve diguhere. -
Leşkerên Tirk îşkence li ciwanên Efrînî kirin
Leşkerên dewleta Tirk 4 ciwanên ji heman malbatê yên ji Efrînê dema vedigeriyan Rojava girtin û wan bi tundî îşkence kirin.