Li Riha û Colemêrgê 6 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Riha Sêwerek û navçeya Colemêrg Geverê 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Riha Sêwerek û navçeya Colemêrg Geverê 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Riha Sêwerek û navçeya Colemêrg Geverê 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Riha Sêwerekê, polîs û leşkerên Tirk danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtina li Taxa Esmerçayir de Rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Tacettîn Kalgi hat binçavkirin. Di heman demê de leşkeran jî avêtin ser mala Mehmet Demîr a li taxa Qerecewêranê û Demîr kirin binçavan. Kalgi û Demîr birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
4 KESÊN JI GUND VEGERIYAN HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Colemêrg Geverê jî, 4 kesên ji gundê xwe yê li herêma Geliyê Doskî vegeriyan ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. 4 kesên li derdora gundê Berdereşê ji aliyê panzeran ve hatin sekinandin, hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Qereqola Kamişli. Navê kesên hatine binçavkirin, hînê nehatiye zanîn.