Tank ketin nava navçeya Farqînê

Piştî ku li navçeya Amed Farqînê îro 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin, tankên artêşa Tirk ketin navenda navçeyê.

Piştî ku li navçeya Amed Farqînê îro 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin, tankên artêşa Tirk ketin navenda navçeyê. Ji wesayîtên zirxî anons li gel tê kirin ku dernekeve deve. Taxên Tekel, Konak, Ferîdûn û Mescîd hatin dorpêçkirin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku bendên li pêşiya taxa Tekelê hatin danîn, ji aliyê tankan ve hatine bombekirin û ev topbaran dewam dike. Heman çavkaniyan diyar kirin ku li ser banên xaniyan û cihên bilind ên navçeyê, sekvan hatine bicihkirin.

Berxwedana Kurdistaniyan a li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk, dewam dike.

...