Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Fîkret Temel (Kato Setkarê) ê di pevçûna li navçeya Elkê jiyana xwe ji dest da li rex apê xwe Ahmet Temel û pismamê xwe Botan Temel ê di êrîşa hewanan a leşkeran de jiyana xwe ji dest dan hat defnkirin.
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Fîkret Temel (Kato Setkarê) ê 24'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da li gundê Setkarê hat defnkirin. Cenazeyê Temel piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin û bi konvoyê birin gundê Setkarê. Cenazeyê Temel li gundê Melesî ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û bi tevlîbûna gelek welatiyan careke din bi rê ket.
Konvoya cenazeyê Temel di ketina gundê Setkarê de ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Darbesta Temel li vir ji wesayîta cenaze hat wergirtin û bi meşê birin goristana gund. Cenazeyê Temel piştî merasîma cenaze li rex apê xwe Ahmet Temel û pismamê xwe Botan Temel ên ku di 25'ê Îlonê de di êrîşa hawanan a leşkeran de jiyana xwe ji dest dan hate definkirin.
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu di merasîmê de axivî û wiha got: "Em ê her tim şopdarên têkoşîna azadiyê bin." Birayê Temel Adnan Temel jî wiha got: "Birayê min şehîdê Kurdistanê ye. Şehîdê Rêber Apo ye. Em 9 xwîşk û bira ne. Pêwîst be em ê jî biçin çiya û ji bo Serokê xwe şer bikin."