Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Fatma Amara ya ji Makuyê û 6'ê Îlonê li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da piştî 16 rojan malbata wê ji Rojhilatê Kurdistanê nehat, cenaze teslîmî Şaredariya Şirnexê hat kirin û hat definkirin.
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Fatma Amara ya ji bajarê Maku ya Rojhilata Kurdistanê ku 6'ê Îlonê li gundê Heştan di operasyonê de jiyana xwe ji dest da, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat sekinandin. Piştî cenaze 16 rojan hat sekinandin û malbata wê nehat teslîmî Şaredariya Şirnexê hat kirin. Rayedarên şaredariyê cenaze teslîm wergirtin û ji bo definkirinê birin Goristana Nala Rû. Cenazeyê Amara piştî wecîbeyên olî hat definkirin.