Li Amedê berxwedana ciwanan didome

Li navçeya Farqîn û navenda Amedê çalakiyên berxwedanê yên ciwanan didomin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li navçeya Farqîn a Amedê gelek tax ji 26’ê Îlonê ve di kontrola ciwanan de ne.

Hat diyarkirin ku duh danê êvarî di navbera berxwedêran û tîmên Tirk de li taxên Mescîd û Tekel pevçûnan rû da, di pevçûnên ku heta nîvê şevê saet 01.00’ê dewam kirin, hêzên Tirk vekişiyan.

Hate diyarkirin ku heman êvarê, ciwanan unîforma û motorsîkleteke Yûnûs ên polîsên Tirk desteser kirine.

Her wiha hate ragihandin ku ciwanan li semta Şehîtlîkê ya Amedê, li hember kulubeya nobedê ya qereqola polîsan çalakî li dar xistine, piştî çalakiyê jî pevçûnek saetekê berdewam kiriye.

Hate destnîşankirin ku li navçeya Gever a Colemergê, di navbera berxwedêran û polîsên Tirk de li Taxa Ormanê pevçûnê rû dabû, hêzên Tirk li hember berxwedanê neçar man ku vekişin.