Ji Fermandariya Giştî ya YPG/YPJ'ê Newroz Ehmed daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku di encama têkilî û koordînasyoneke xurt a bi hêzên koalîsyonê re derbên xurt li çeteyan hatiye xistin. Ehmed diyar kir ku feydeya herî mezin a vê têkiliyê, ji bo gelê herêmê çêbûye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hin derdorên ji vê têkiliyê aciz in, hewl didin provoke bikin û ev xal hat destnîşankirin:
"Ev nêzî salek ye di navbera me û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de tekîlî û koordîneyek baş dimeşe. Ev tekîlî ji berxwedana Kobanê heta rizgarkirina Til Ebyadê di nava tensîqek baş de dimeşe. Tekîlî û hevkariya me gihîşt mistevekî baş. Me bi hev re derbên giran li DAIŞ'ê xistin û serketinên mezin bi dest xistin. Ev hevkarî û koordînasyon bi awayekî xurttir wê berdewam bike.
Tevî vê yekê jî hin derdor hewl didin ku tekîliya me provoke û xera bikin. Lê ev tesîr li ser tekîliya me nake. Ev hevkariya me ku heta niha derbên girîng li DAIŞ'ê xistin û zext û zilma DAIŞ'ê li ser gelê me yê herêmê ji holê rakir, feydeyeke mezin gihand gelên me yên herêmê. Tekilî, tensîq û alîkariya di navbera me û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de wê hîn xurttir bimeşe."