Ji ber ku çekên giran hatin bikaranîn cenazeyên HPG'yiyan nehatin naskirin

Cenazeyên 20 gerîlayên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku çekên giran hatin bikaranîn, nehatin naskirin. Cenaze li Meletiyê tên sekinandin.

Cenazeyên 20 gerîlayên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku çekên giran hatin bikaranîn, nehatin naskirin. Cenaze li Meletiyê tên sekinandin.

Hat ragihandin, ku cenazeyê 20 gerîlayên HPG'ê yên di şerê bi konsepta şer a hikûmeta AKP'ê re destpê kirin de jiyana xwe ji dest dan, li Meletiyê ne. Cenazeyên anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, ji duh û pê ve rakirin mora Goristana Bajêr a Meletiyê.

7 LI ŞEMZÎNAN, 13 LI ELKÊ HATIBÛN QETILKIRIN

Ji van gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, 7 di bomberdûmana li navçeya Colemêrg Şemzînanê, 13 jî li navçeya Şirnex Elkê di şerê 24'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Tevî ku nasnameya gerîlayên li Şemzînan û Elkê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve hat aşkerakirin jî, ji ber ku çekên giran hatin bikaranîn, ji aliyê malbatan ve nehatin naskirin.

 Malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, ji bo testa DNA mînak tan. Tê payîn ku di nava 15 rojan de nasnameya gerîlayan zelal bibe.