Kekê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Baran Dêrsim (Îsmaîl Aydemîr) ê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da Mûrat Aydemîr got, "Ev du hefte ne em li benda bidawîbûna testa DNA ne. Em dixwazin ev pêvajo bi lez bê qedandin û cenazeyê xwe werbigirin."
Nasnameyên gerîlayên HPG'ê yên di êrîşa hewayî ya 2 rojan a artêşa Tirk a li bejahiya Dêrsim Pulurê de hatin qetilkirin, tevî ku 2 hefte di ser bûyerê re derbas bûye jî hînê nehatiye diyarkirin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel dabû xuyakirin ku di êrîşên 19-20'ê Îlonê de, endamê Konseya Fermandariyê yê HPG'ê Baran Dêrsim (Îsmaîl Aydemîr) û Erdal Reşo (Abdûrrahman Akçîn), Cîlo Kop (Resûl Balikçi) û Botan Gevda (Sedat Arslan) şehîd ketine.
Lê belê 3 cenaze birin Saziya Tipa Edlî ya li Elezîzê. 4 malbat jî ji bo cenazeyên xwe çûn Pulurê, lê nekarîn teşhîs bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu yê ku cenaze dît got, "Bi temamî şewitî bûn, ku nedihatin naskirin. Hemû mîna komirê bûn. Serê cenazeyekî tinebû. Cenazeyek jî, bi tenê cihekî biçûk ê çenga wî neşewitîbû, wekî din bi temamî şewitî bû."
TESTA DNA HÎNÊ NEHATIYE QEDANDIN
Kekê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Baran Dêrsim (Îsmaîl Aydemîr) Mûrat Aydemîr diyar kir ku testa DNA hînê nehatiye qedandin.
Aydemîr ji ANF'ê re peyivî û got, "Cenazeyên me di rewşeke welê de bû, ku nedihatin naskirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi testa DNA hebû. Lê belê her çend 2 hefte di ser re derbas bûye jî, em hînê li benda encamên testê ne."
Mûrat Aydemîr xwest pêvajoya vê testê bi lez were qedandin û got, "Daxwaza me ya bi tenê, wergirtin û definkirina cenazeyê xwe ye."
Li ser bibîrxistina îdîayên bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, Aydemîr got, "Di vî warî de guman hene. Ji ber ku cenaze di rewşeke ku neyê naskirin de bû. Lê belê ev rewş hînê zelal nebûye. Ji bo ev jî zelal bibe, me xwest lêpirsîn were destpêkirin. Ji bo lêkolînkirina îdîayê, me serî li dozgeriyê dan. Piştî veşartina cenazeyê xwe, em ê di vî warî de kar û barên hiqûqî bişopînin."