KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dîcle: Kesên ev hovîtî kirine wê çawa li rûyê gelê Kurd binêrin
Bi sedan welatî çûn serdana "Şehîdgeha Xerzanê" ya Bedlîsê ku yek ji goristanan e bi fermana Serokkomar Erdogan hate xerabkirin û hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. -
Artêşa Tirk şehîdgeha Çiyayê Cûdî bombe kir
Artêşa Tirk, “Şehîdgeha Şehîd Cûma û Şehîd Binevş” a li Çiyayê Cûdî bombe kir. Li goristana ku mertalên zindî jî lê nobedê digirin, hat diyarkirin birîndar nînin. -
Bagci: Em ê bi gel re têkoşîna xwe bidomînin
Hevşaredara Qerqelî ya DBP’yî Handan Bagci ya piştî binçavkirina 4 rojan îro ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan got, “Dema em hatin hilbijartin me biryar da ku di rojên xweş û zehmet de li rex gelê xwe bin.” -
Gerîlaya HPG’ê Ozdogan ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Bi hezaran kesan cenazeyê gerîllaya HPG'ê Şukran Ozdogan, ku di şerê li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest da oxir kirin. Bav Ramazan Ozdogan, di merasîma cenaze de diyar kir ku her ew şehîd didin ji berê bihêztir dibin. -
Gelê Farqînê nahêle polîs derkevin ser avahiyên bilind
Li Farqînê polîsên ku ji bo sivîl û malan hedef bigirin xwestin derkevin banên apartmanan, rastî berteka welatiyan hatin. Polîs bi zora çekan derî şikandin û welatî derb kirin. -
Encamnameya 2. Kongreya YRA hat aşkerakirin
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) diyar kir ku wê hemû çalakiyên xwe bi pisportî, afirênerî, belavkirina agahiyan, têgeha demokrasiyê û avakirina hevsengiyekê di navbera kes, civak û xwezayê de bimeşîne. -
Artêşa Tirk bomberdûmana li hember herêmên gerîlayan didomîne
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku bomberdûmana li hember Herêmên Parastinê yên Medya û Bakurê Kurdistan didome. Navendê diyar kir ku di bûyeran de ti windahiyên gerîlayan çênebûye. -
Gerîlayên HPG'ê ji bo bîranîna Baran Dêrsim li Gîresûnê çalakî pêk anîn
HPG'ê diyar kir, ku ji bo bîranîna fermandarê gerîla Baran Dêrsim ê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Gîresûnê çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de 6 leşker hatine kuştin, 9 leşker jî birîndar bûne. -
Helîkopterên Kobra li Geverê gule li mertalên zindî reşandin
Bi armanca xwegihandina mertalên zindî yên ji bo pêşîgirtina li operasyona li Geliyê Doskî, Kepîr û Weregozê ketin nava tevgerê lê agahî ji wan nayê girtin, girseya gel ji Geverê meşiya herêmê. Lê belê ji helîkopteran gule li gel tê reşandin. -
Wekîlan li pêşiya Nisêbînê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Tevî parlamenterên HDP'ê heyeta ku dixwaze biçe Nisêbînê, ji ber ku ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin, li pêşiya navçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. -
Li Şengalê çalakiya sûîqestê
Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê 3’yê Cotmehê saet 09.00 li Taxa Sûka Jêr a Şengalê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin. -
Farqîn, Nisêbîn, Lice li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe didin
Li navçeyên Amed Farqîn û Lice, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê gel li ber xwe dide. Hikûmeta AKP'ê bi çekên giran êrîşî berxwedanê dike. Berxwedana li her sê navçeyan her dewam e. -
Piştî 4 salan li Girê Spî dibistan vebûn
Piştî 4 salan 122 dibistanên bajarê Girê Spî deriyên xwe ji 7 hezar û 500 şagirtan re vekirin. -
Ji Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê civîna dema navberê
Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê, yekemîn civîna xwe ya dema navberê lidar xist. Di civînê de polîtîkaya nû ya Rûsyayê li ser Sûriyeyê hat nirxandin û terora dewleta Tirk a di dema dawî de li Bakurê Kurdistanê zêde bûye, hat şermezarkirin. -
Ketin û derketina Liceyê hat qedexekirin
Li 6 taxên Liceyê, ku ji îro danê sibehê saet di 05:00 û pê ve ketin û derketin qedexe ye, hat ragihandin ku hêzên çekdar ên dewletê xwe amade dikin êrîş bikin. -
RCS ên li Êlihê xwerêveberiyê dixin meriyetê
Tevî RCS, partiyên siyasî, saziyên jin, ciwan û baweriyan nûnerên gelek saziyan, ji bo avakirina modela xwerêveberiyê, komxebat û konferansan lidar dixin. -
Tîmên taybet li Nisêbînê guleyan li derdorê direşînin
Li taxa Yenî Tûran a navçeya Merdîn Nisêbînê, tîmên taybet ji wesayîtên zirxî yên bi tîpa akrep, guleyan li derdorê direşînin. -
Vaye wêneyê hovîtiyê!
Ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê bi birîndarî ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat qetilkirin, derket holê ku dûre li pişt wesayîta zirxî ya Akrepê hatiye girêdan û bi erdê ve hatiye kaşkirin. -
Leşkeran top li taxa Eskî Kişla ya Geverê barandin
Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmênt tevgera taybet bi çekên giran gule li gelek taxan reşandin. Ji Tabûra Efeler jî top li Taxa Eskî Kişla hat barandin. -
Li Farqînê xebatkarên şaredariyê û rojnamevan hatin binçavkirin
Li Farqînê, tevî xebatkarê Ozgur Gun TV Mûrat Demîr, nûçegihanê DÎHA Serhat Yuce, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Faysal Aksû û encumenê Şaredariya Farqînê Kerem Yilmaz, gelek kes hatin binçavkirin. -
Cihê komkujiya komî ya çeteyên DAIŞ'ê; Bîra Huda
Li nêzî gundê Huda yê 12 km li başûrrojhilatê bajarokê Silûkê ye, cihê gora komî vê carê bîreke xwezayî ye. Bîra Huda ku gelê herêmê diçû dîtina wê, niha ji ber bêhna genî kes nikare xwe nêzî wê bike. -
'Êrîşên li Şêxmeqsûd ji aliyê serbazên Tirk û MÎT'ê ve tên rêvebirin'
Êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. Fermandarê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhilat ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk destekê dide çeteyan. -
Daxwaza girtina Hevşaredara Qerqeliyê hat kirin
Li Qerqeliyê, tevî Hevşaredar Handan Bagci û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Yakûp Almaç 9 kes bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin. -
CDK-F ji bo meşa îro ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Gimgim, Silopiya, Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û gelek herêmên Kurdistanê, meş û mîtîngek îro li Parîsê tên lidarxistin. CDK-F banga beşdariya vê çalakiyê kir. -
Erdogmûş: Ya girîng; beralîkirina zilm û zordaran e
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş, di axaftina xwe ya li panela ji bo hilbijartinê a li bajarê Elmanya Wûppertalê de got, "Ya girîng; beralîkirina zilm û zordaran e."