Bagci: Em ê bi gel re têkoşîna xwe bidomînin

Hevşaredara Qerqelî ya DBP’yî Handan Bagci ya piştî binçavkirina 4 rojan îro ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan got, “Dema em hatin hilbijartin me biryar da ku di rojên xweş û zehmet de li rex gelê xwe bin.”

Hevşaredara Qerqelî ya DBP’yî Handan Bagci ya piştî binçavkirina 4 rojan îro ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan got, “Dema em hatin hilbijartin me biryar da ku di rojên xweş û zehmet de li rex gelê xwe bin. Di nav van şert û mercên zehmet ên gelê me tê de em ê timî li rex gelê xwe bin.”

Hevşaredara Qerselî Handan Bagci, Cîgirê Hevşaredar Okan Bayram, endamê Meclîsa Şaredariyê Kasim Hazir û Muxtarê Dercemet Hasan Onsaçma yên hefteya bihurî di bûyerên dorpêça leşkeran  a gundê Tepedam de hatin binçavkirin îro ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Gel hilbijartiyên xwe bi girseyî pêşwazî kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarê Qerqeliyê Şerafettîn Ozalp, Hevşaredarên Ebexê Sûna Atabay, Farûk Demîr, Hevşaredarê Elbakê Îhsan Guler, Hevseroka Erdîşê Dîba Keskîn, Hevşaredara Artemetanê Nûrhayat Çelîk, Hevşaredarên Mahmûdiyê Abdulkadîr Çalişkan, Zîlan Aldatmaz, Hevşaredara Şaxê Evîn Kewe, endamên rêxistinên HDP-DBP’ê yên navçe û bajaran jî tê de bi sedan kes, bi dirûşman heta Şaredariya Qerqeliyê meşiyan.

Li pêşiya şaredariyê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevşaredara Qerqeliyê, Handan Bagci got: “Dema em hatin hilbijartin me biryar da ku di rojên xweş û zehmet de li rex gelê xwe bin. Di nav van şert û mercên zehmet ên gelê me tê de em ê timî li rex gelê xwe bin. Em ne xwedî feraseteke ku dema gelê me di bin zilmê de be, em li ser koltixên xwe bê deng rûnin. Ji ber vê, roja Pêncşemê dema li Taxa Tepedamê dorpêça leşkeran hebû, em dihatin cihê bûyerê, polîsan di rê de em sekinandin û bi hovî em derb kirin. Em îro hatin berdan, lê 5 hevalên me bê hiqûq hatin girtin. Ti tiştek di destê wan de nîne ku li gor hiqûqê sûcdar bikin. Tevî vê jî bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ne’ hatin girtin. Em vê biryarê şermezar dikin. Em ê bi heman awayî têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê gel herikî avahiya şaredariyê û piştgiriya xwe bi Bagci re nîşan dan.