Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve hat weşandin, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bîranîna fermandarê gerîla Baran Dêrsim ê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Gîresûnê çalakiyek lidar xistin.
HPG'ê li ser vê çalakiyê ev agahî da: "Roja 2'ê Cotmehê saet di 15:00 de, tîmeke me ya gerîla li ser rêya Gîresûn û navçeya Tîrebolûyê, li hemberî mînîbuseke transît û wesayîteke sivîl a ku leşkerên ser bi Jenderme ve tê de bûn, çalakiyek pêk anîn. Wesayîta transît a ku 12 çawişên pispor tê de bûn û wesayîta sivîl a ku 3 payebilind tê de bûn, ji cihekî 10 metre nêzî wan hedef hatin girtin û derbên bi bandor li wan hatin xistin. Di çalakiyê de mînîbusa transît ji ber derbên xwarî demeke dirêj şewitî û wesayîta din jî, tevî yên tê de bi temamî îmha bû. Di çalakiyê de 3 jê payebilind 6 leşker mirin û 9 leşker jî birîndar bûn. Mirî û birîndar bi ambûlansan hatin rakirin. Piştî çalakiyê artêşa TC li herêmê derket operasyonê û ev operasyon di 3'ê Cotmehê de bi teqwiya yekîneyên taybet re li sêgoşeya Tîrebolû, Gorele û Çanakçi hat berfirehkirin."
DI NAVBERA QILABAN-ELKÊ DE 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 1'ê Cotmehê, li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa 'dag geyîgî' û qemyoneke tijî cebilxane yên ji Qilabanê diçûn Elkê, li herêma Dufkera çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di bûyerê de qemyona leşkerî bi temamî îmha bû û 2 leşkerên tê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Hedrîş hawan û obus avêt herêmên ser bi Qilabanê. Herêm di heman demê de ji aliyê 2 helîkopterên Kobra ve hat bombekirin." HPG'ê destnîşan kir ku ev çalakî ji bo bîranîna welatparêzên li Elkê şehîd ketin, hatiye lidarxistin.
LI GARISA ŞER
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî dewam kir: "Roja 3'ê Cotmehê saet di 16:30 de, di navbera komek gerîla û yekîneyeke leşkerî ya kemîn danîbû de li herêma Birika ya Garisa şer dekret. Piştî vî şerê demkurt, gerîlayên me ti windahî nedan û vegeriyan baregehên xwe.
LI FARQÎNÊ WESAYÎTEKE POLÎSAN HEDEF HAT GIRTIN
Roja 3'ê Cotmehê saet di 11:30 de, wesayîteke sivîl a polîsan a li ber Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê ji aliyê gerîlayên me ve hedef hat girtin. Di bûyerê de derb li wesayîtê hat xistin, lê belê der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal nehat bidestxistin."
ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA DÊLEZÊ
HPG'ê diyar kir ku roja 3'ê Cotmehê, li hemberî qereqola Dêlezê ya ser bi bajarokê Bajergeh ê navçeya Colemêrg Geverê, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn û got, "Di çalakiyê de bi roketên B7 derbên xurt li avahiya razanê ya qereqolê hat xistin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî vê çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdorê reşandine. Rojek piştî çalakiyê saet di 05:00 ê danê sibehê artêşa TC dest bi operasyonê kir û ev operasyon saet di 07:00 de bê encam jê derkeve bi dawî bûye."
DERB LI HELÎKOPTERA SKORSKY HAT XISTIN
HPG'ê her wiha da xuyakirin ku roja 3'ê Cotmehê saet di 16:00 de, hêzên gerîla derb li helîkoptereke Skorsky ya ji Çelê diçû Colemêrgê xistine.