CDK-F ji bo meşa îro ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Gimgim, Silopiya, Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û gelek herêmên Kurdistanê, meş û mîtîngek îro li Parîsê tên lidarxistin. CDK-F banga beşdariya vê çalakiyê kir.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Gimgim, Silopiya, Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û gelek herêmên Kurdistanê, meş û mîtîngek îro li Parîsê tên lidarxistin. CDK-F banga beşdariya vê çalakiyê kir.

Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga "Li hemberî komkujiyên Erdogan û dewleta Tirk dikin, em bêdeng nemînin" kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "AKP û Erdogan, ji bo vîna gelê Kurd bişikîne, tevgera azadiyê teslîm bigire û bi tenêhiştina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re wî li derveyî pêvajoyê bihêle, şer da destpêkirin û bi xwînxwarwî vî şerî li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê dimeşîne." CDK-F diyar kir ku armanca bingehîn a vî şerê qesrê; bi tinekirina ciwan û zarokên Kurd re Kurdistanê bêpêşeroj were hiştin.

Bi vê armancê, tevî Gimgim, Silopiya, Farqîn, Cizîr, Sûr û Nisebîn ên bi lehengî li ber xwe didin, Recep Tayyîp Erdogan û dewleta Tirk tevahiya Kurdistan daye ber agir. Têkoşîna li dijî Erdogan û dewleta Tirk, wezîfeya her Kurd, her demokrat, rewşenbîr û mirovan e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana li hemberî polîtîkaya qetlîamker a Erdogan, wezîfeya esasî ya gel û saziyên Kurd ên li Ewropayê ye û banga beşdariya meş û mîtînga protestoyî ya îro ya li Parîsê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Parîs û derdora wê dijîn dikin ku îro (Yekşem) li Gare de l'Est beşdarî çalakiyê bibin."