Bi hezaran kesan cenazeyê gerîllaya HPG'ê Şukran Ozdogan, ku di şerê li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest da oxir kirin. Bav Ramazan Ozdogan, di merasîma cenaze de diyar kir ku her ew şehîd didin ji berê bihêztir dibin.
Gerîllaya HPG'ê Şukran Ozdogan (Dêrsim Mardîn) di şerê li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozdogan, li Taxa Peyamlê ya Dêrikê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Di merasîma cenaze de endam û rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER'ê amade bûn. Bi sedan maşîne beşdarî karwanê merasîma cenazeyê Ozdogan bûn. Girseyê darbesta cenaze ji ketina gund hilgirtin ser milan û heta goristanê dirûşmên, "Şehîd namirin" berz kirin. Di merasîma cenaze de "Çerxa şoreşê" hat xwendin û rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER'ê ya Dêrikê Mahmut Aktaş, diyar kir ku gelê Kurd bi kuştinê tine nabe û wiha got: "Em niha ciwaneke xwe defin dikin, lê li şûna wê bi hezaran radibin. Bavê gerîlaya HPG'ê Ozdogan Ramazan Ozdogan jî wiha got:"Bila kes nebêje me şehîd dan em qels bûn. Her ku em şehîd didin em bêhtir xurt û mezin dibin.
Girse pişti merasîma cenaze ji bo gerîlaya HPG'ê li gund konê sersaxiyê veda.