Farqîn, Nisêbîn, Lice li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe didin

Li navçeyên Amed Farqîn û Lice, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê gel li ber xwe dide. Hikûmeta AKP'ê bi çekên giran êrîşî berxwedanê dike. Berxwedana li her sê navçeyan her dewam e.

Hikûmeta AKP'ê êrîşên xwe yên li hemberî xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin, îro li navçeyên Amed Lice û Farqînê, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê giran kir. Li her sê navçeyan, qedexeya derketina derve dewam dike. Polîsên Tirk li van deran terorê dimeşînin.

NISÊBÎN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, polîs û artêşa Tirk bi çekên giran guleyan li taxan direşînin. Sekvanên hêzên çekdar ên AKP'ê jî, li ser banê avahiyên bilind, terorê li nava navçeyan dimeşînin.

Li gorî agahiyên destpêkê, li kolana Kanarya ya taxa Abdulakdîr, ku avahiya hikûmetê lê ye, tankan êrîşî xaniyan kirine. Şahidên bûyerê diyar kirin ku herî kêm 7 caran teqînan rû dane.

Hat ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê di van teqînan de 1 jê giran 3 kes birîndar bûne. Tê gotin ku ji ber sekvanên tîmên taybet ên Tirk, welatî nikarin birîndaran rakin nexweşxaneyê.

Li aliyê din, li kolana Sakarya ya Taxa Yenî Tûranê jî, gelek tîmên tevgera taybet, ji wesayîtên zirxî yên bi tîpa akrep, guleyan li derdorê direşînin. Şêniyên taxê ketin hundirê xaniyên xwe û tê gotin ku ji ber gulereşandinê gelek xaniyan zerar dîtine.

FARQÎN

Li navçeya Amed Farqînê jî, berxwedana gel a bi pêşengiya ciwanan dewam dike. Li ser navçeyê tevî helîkopteran, balafirên keşfê jî difirin. Ji taxan car carna dengê çekan tê.

Li Farqînê, rojnamevan jî di hedefa polîsên Tirk de ne. Tevî binçavkirina 2 rojnamevanan, dozgeriya Tirk bi biryareke sosret xwest, hemû rojnamevanên li navçeyê werin binçavkirin.

LICE

Walîtiya Amedê, ketin û derketina Liceyê qedexe kir. Li 6 taxên ku ji saet 05:00 û vir ve qedexe li ser heye, tê gotin ku hêzên çekdar ên dewletê amadekariya êrîşê dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê de hat ragihandin ku wê li taxên Konûklû, Yaprakkoy, Ahmetbey, Yunluce, Gurbeylî û Hamzabeyê operasyon were meşandin.