'Êrîşên li Şêxmeqsûd ji aliyê serbazên Tirk û MÎT'ê ve tên rêvebirin'

Êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. Fermandarê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhilat ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk destekê dide çeteyan.

Êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. Fermandarê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhilat ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk destekê dide çeteyan.

Rêzan Rojhilat bal kişand ser êrîşên çeteyên El-Nûsra û komên alîgirên wê yên li dijî welatiyên sivîl ên taxê û got: "Ji ber van êrîşan me û Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê bi hev re civînek lidar xist û hevpeymanek îmze kir. Di xala destpêkê de tê gotin ku divê êrîş û topbarana li dijî taxê werin rawestandin û hemû komên çete yên ku tax dorpêç kirine ji wan deveran vekişin. Komên çete guh nehan Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê û berevajî vê yekê êrîşên xwe zêdetir kirin."

Rojhilat destnîşan kir ku hinek hêzên ku naxwazin ev şer bidawî bibe hene û wiha got: "Wekî Yekîneyên Parastina Gel me ji aliyê xwe ve hemû xal pêk anîn, lê xuyaye hin alî hene naxwazin ku ev êrîş werin rawestandin. Ev çete piştgiriya xwe ji îstixbaratên dewleta Tirk ve werdigrin, kesên van êrîşan birêve dibin serbaz û hêzên îstîxbaratên Tirk in, ji ber vê çeteyên El-Nûsra, El-Sûltan Mûrad û alîgirên wan êrîş nesekinandin."

Rêzan Rojhilat hovîtiya çetayan li dijî welatiyên sivîl ên taxê bibîr xist û ev yek wiha anî ziman: "Çeteyan bi fûzeyên Katoş topbaran kirin. Ji ber vê hêzên me neçar man ku bersivê bidin êrîşên çeteyan û li hemberî aliyê ku êrîş dikin, şer bikin. Çeteyan û hin dezgehên çapemeniyê yên nêzî wan hewl dan ku rastiya heyî berovajî bikin û xwestin ku diyar bikin hêzên me rêya di navbera bajarê Helebê û bakûrê gundewarê wê girtine. Her wiha îdîa dikin ku me welatî sûîqest kirine. Her kes dizane ku ev hemû derew in û ji rastiyê dûr in."

Fermandarê YPG’ê Rêzan Rojhilat got ku çete hina jî êrîşên xwe dewam dikin û ji ber topbarana ku çêbûye gelek welatiyan jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne.

Rojhilat axaftinên xwe wiha domand: "Em hemû pêkhateyên taxê diparêzin, soza ku me daye gelê xwe em heta dawiyê girêdayî ne, wekî ku em amade ne bersiva hemû êrîşan bidin, her wiha em amade ne ku bibin aliyekî aştiyê jî."

Rêzan Rojhilat ji her kesî xwest ku ji îdîayên çete belav dikin bawer nekin û diyar kir ku ev îdîa hemû ji aliyê îstixbaratên dewleta tirk ve tên kirin û wiha  dawî li axaftinên xwe anî: "Dewleta Tirk dixwaze parêzgeha Helebê dagir bike, ji ber vê ewqasî piştgiriyê dide van çeteyan."