Wekîlan li pêşiya Nisêbînê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Tevî parlamenterên HDP'ê heyeta ku dixwaze biçe Nisêbînê, ji ber ku ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin, li pêşiya navçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim, Mîthat Sancar, Enîse Guneylî, Alî Atalan û Feleknas Ûca jî di nav de heyetek ji Hevşaredara bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, Hevşaredara Qoserê Leyla Salman, Hevşaredara Artûklû Leyla Sevînç Bozan, Hevberdevka KJA Ayla Akat Ata û nûnerên KESK, Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê xwest biçe Nisêbînê. Lê belê heyeta ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin û ji ber ku ji hevdîtinan ti encam derneket, heyetê li ser Rêya Îpekê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakiya rûniştinê di bin zexta dorpêçiya polîsan de dewam dike.