Daxwaza girtina Hevşaredara Qerqeliyê hat kirin
Li Qerqeliyê, tevî Hevşaredar Handan Bagci û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Yakûp Almaç 9 kes bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
Li Qerqeliyê, tevî Hevşaredar Handan Bagci û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Yakûp Almaç 9 kes bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
Ji 27 kesên li taxa Astêco ya Qerqeliyê, ji bo pêşî li înfazkirina 2 gerîlayên HPG'ê bigirin bûn mertalên zindî lê piştre hatin binçavkirin, tevî Hevşaredar Handan Bagci û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Yakûp Almaç 9 kes bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
Li taxa Astêco ya navçeya Wan Qerqeliyê, roja Pêncşemê tîmên taybet dor li 2 gerîlayên HPG'ê girtin û xwestin wan înfaz bikin. 27 kesên ji bo pêşî li înfazê bigirin çûn herêmê û bûn mertalên zindî, di dema vegerê de hatin binçavkirin. Li dû wergirtina îfadeyan, Dozgeriyê Hevşaredara Qerqeliyê Handan Bagci, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Yakûp Almaç, Alîkarê Hevşaredarên Qerqeliyê Okan Bayram, endamên meclîsa şaredariyê Kasim Hazir û Fevzî Kelek û 4 welatî, bi îdîaya "li ser navê rêxistinê sûc kirine", "li hemberî karmendê wezîfedar li ber xwe dane" û "zerar dane mal" bi daxwza giritnê sewqî dadgeha nobedar kir. Dozgeriyê 18 kes jî serbest berda.
Tê payîn ku biryar di nava rojê de bê aşkerakirin. Sekna bi sedan welatiyan a li ber edliyeyê jî dewam dike.
Li aliyê din, li taxên Yenîmahalle, Seyît Fehîm Arvasî yên navçeya Îpekyolû, Akkopru ya ser bi navçeya Tûşba û li taxa Şehîd Firat a li navçeya Artemêtanê duh êvarê bi sedan ciwan kom bûn û înfazkirina 2 gerîlayên HPG'ê, yek jê zarok birîndarkirina 3 welatiyan bi giranî, şermezar kirin. Ciwanan li ser rê bend danîn, kontrola nasnameyan kirin û dirûşmên "Şehîd Namirin", "PKK gel e gel li vir e" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriyan.