Bi armanca xwegihandina mertalên zindî yên ji bo pêşîgirtina li operasyona li Geliyê Doskî, Kepîr û Weregozê ketin nava tevgerê lê agahî ji wan nayê girtin, girseya gel ji Geverê meşiya herêmê. Lê belê ji helîkopteran gule li gel tê reşandin.
Bi rojan e li navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî didome û gel ji bo pêşiya operasyonên leşkerî bigirin ev 47 roj in li herêmên Geliyê Doskî, Kepîr û Weregozê nobetê digirin. Ji ber ku agahî ji wan nayê girtin welatiyên Geverê ber bi herêma ku mertalên zindî lê ne ve dest bi meşê kirin. Welatiyan bendên polîs û leşkeran ên li pêşiya wan danîbûn hilweşandin û meşa xwe domandin. Hat ragihandin ku li pişt gunfê Sînevayê bi helîkopterên kobra welatiyan gulebaran dikin.
Hat zanîn ku helîkopterên kobra 5 metre pêşiya welatiyan gulebaran dike û dem bi dem ji nizm ve di ser welatiyan de derbas dibû bombeyên gazê davêjin welatiyan. Her wiha ji Qereqola Jendermeyan a Kamişliyê topên obusê davêjin pêşiya welatiyan. Hat ragihandin ku bi helîkopteran gelek leşker li girên nêzî welatiyan danîne û tevî vê yekê welatî meşa xwe didomînin.
Hat dîtin ku ji Geverê 8 wesayîtên zirxî şandin Qereqola Jendermeyan a Kamişliyê.