KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê li hember çeteyan çalakî
YBŞ’ê di 29-30’ê Îlonê de li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xist. -
'Gavên li qada perwerdeyê wê şoreşê mayînde bikin'
Serokê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Evo, der barê sîstema nû ya perwerdeyê de diyar kir ku wan yek jî hîmên girîng ên Şoreşa Rojava danîne û destnîşan kir, ku wan li ser bingeha neteweya demokratîk sîstemeke perwerdeyê ava kirine. -
Li ser xwerêveberî û xweseriyê civîn tên lidarxistin
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, wê li ser mijarên xwerêveberî û xweseriya demokratîk hin rêze civîn bên lidarxistin. -
Însiyatîfa Gel: Bi bilindkirina serhildanan re em xwedî li bajarên Kurdistanê derkevin
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Li dijî hikûmeta AKP'ê ya hewl dide komkujiyên xwe yên li Kurdistanê veşêre, em bang li gelê Kurd ê welatparêz dikin ku xwedî li her bajarekî Kurdistanê yê rastî êrîşê tê derkeve û serhildanê bilind bike. -
Fermandarê gerîla yê Makedon: Ev tevger tevgera min e!
Ji Fermandarên HPG'ê Cûmalî Makedon, ku di sala 1996'an de Kurd nas kir, di 1999'an de lêgerînên xwe xurt kir û tevlî xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, di 2001'ê de jî beşdarî refên gerîla bû, tevgera Kurd weke tevgera azadiyê ya hemû gelan dibîne. -
Şahidên dîroka di binê avê de hatiye hiştin: Extiyarên Xelfetiyê
Zerara Bendava Bêrecûkê li çand û dîrokê dike, ku navçeya Riha Xelfetiyê di binê avê de hiştiye, roj bi roj mezin dibe. -
Zarokên Tîryakî ya mertala zindî: Hûn çima diya me bernadin?
Zarokên Hevşaredara Bajarokê Îkîkopru Hîdayet Tîrkayî ku diya wan li Êlihê hat girtin, fêm nakin bê çima diya wan hatiye girtin. -
'Kobanê li Cizîrê şênber bûye'
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Viyan Leyla got, "Pêngava paqijkirina Kurdistanê ji AKP'ê, ku ji 7'ê Hezîranê û vir ve ji aliyê gelê Kurd ve hatiye destpêkirin, divê bi îlana xwerêveberiyan re veguhere serketinê." -
Ozgokçe: Xwerêveberî ne mijara hiqûqa ceza ye
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Wanê Ozgokçe diyar kir ku xwerêveberî tevlîbûna aktîf a li rêveberiya welêt e û destnîşan kir ku pêwendiya xwerêveberiyê bi krîterên siyasî yên Kopenhagenê heye. -
Leşkeran topa hawanê avêtin Elkê: 2 kes bi giranî birîndar bûn - HAT NÛKIRIN
Yek ji topên hawanê yên Fermandariya Alaya Jendermeyan a Navçeyê ya Elkê bi rojane diavêjin herêma çiyayî li gundê Tîvor ê girêdayî Elkê ket. -
Cenazeyê Guzel ê 12 salî ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Berat Guzel ê 12 salî yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Bismilê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin. -
Gel li 'Şehîdgeha Xerzanê” dest bi berxwedanê kir
“Şehîdgeha Xerzanê” ya ji duh şev ve bi balafirên şer û helîkopteran ve tê bombekirin û êrîşa danê sibehê bi tevlîbûna hezaran leşkeran pêk hat, hê didome. -
Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
Li Nisêbînê aktîvîsta KJA Şehrîban Altinişik û welatiyê bi navê Yaşar Agdogan ê li gel ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Ercîk ji aliyê deh hezaran ve hat defnkirin
Gerîlayê HPG’ê Bayram Ercîk (Cesûr Gever) li Geverê ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin. -
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Ebexê Derya Gonul hate girtin
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Ebexê ya HDP’ê Derya Gonul û Refîk Aladag bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin. -
Belavkara rojnameyê Mîlas hat binçavkirin
Belavkara rojnameya Demokratîk Ulus Eylem Mîlas hat binçavkirin. -
KCK: Em xwedî li xweseriya demokratîk derkevin, têkoşînê bênavber bidomînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li tevayî gel kir ku xwedî li pêngava xweseriya demokratîk derkeve; heta ev pêngav bi serketî encam bibe têkoşînê bênavber bidomîne. -
Gerîlayê HPG'ê Akinel ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozgur Akinel (Şoreş Malazgirt) ê di şerê Elkê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Milazgirtê hat definkirin. -
Kûrtîş bi dirûşman hat oxirkirin
Li navçeya Bismilê bi hezaran welatiyan cenazeyê Halîl Kurtîş (19) ê ku ji hêla polîsan ve hat qetilkirin û hat astengkirin defin kirin. -
HPG: 18 leşker hatin kuştin, derb li Skorsky hat xistin
Li dijî êrîşên artêşa Tirk, çalakiyên bersivdayînê yên hêzên gerîla didomin. Di çalakiyan de 18 leşker hatin kuştin û derb li helîkoptereke Skorsky hat xistin. -
Li hember berxwedana gel B-7 û bombeyên mîsket
Li Kurdistanê li hemberî êrîşên polîsên tîmên taybet, ciwan berxwedana xwe didomînin. -
Gelê Kerboranê dest bi xweparastinê kir
Gelê Kerboranê ya Mêrdînê jî li hember êrîşên leşker û tîmên taybet ên di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP’ê de dest bi xweparastinê kir. -
Li Serêkaniyê ji bo 8 sindoqan biryara veguhastinê
Li Serêkaniyê hezar û 920 hilbijêr neçarin li taxên cuda dengên xwe bikar bînin. -
Cenazeyê Tûtûk a ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Latîfe Tûtûk (23) a li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, hat veşartin. Xwişka Tûtûk got, "Yê ku ev êş bi me daye kişandin, bila heman êş bikeve mala wan." -
Ji YJA Star ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dane çalakî: 25 leşker hatin kuştin
YJA Starê di serî de Baran Dêrsim ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dane li Tetwanê çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de 25 leşker hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.