Gelê Kerboranê dest bi xweparastinê kir

Gelê Kerboranê ya Mêrdînê jî li hember êrîşên leşker û tîmên taybet ên di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP’ê de dest bi xweparastinê kir.

Gelê Kerboranê ya Mêrdînê jî li hember êrîşên leşker û tîmên taybet ên di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP’ê de dest bi xweparastinê kir.

Welatiyên li Taxa Bahçe Başi li hember êrîşan barîqat çêkirin. Xebatên barîqat û xendekan duh danê êvarî destpê kir û hê jî didome. Şêniyên taxê ev peyam dan: “Li hember êrîşên topyekûn ên Dewletê, xweparastin û berxwedanek topyekûn jî mafê me yê herî rewa ye.”

WESAYÎTÊN ZIRXÎ SEWQ KIRIN, GEL JÎ NOBEDA XWE DIDOMÎNE

Her wiha, serê sibê gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî navçeyê kirin. Nêzî taxên ku barîqat lê hatine avakirin, artêşa Tirk bi hejmarek zêde wesayîtên zirxî ve keşfê xwe domandin. Gel li ber barîqatan nobeda xwe didomîne.