Li hember berxwedana gel B-7 û bombeyên mîsket
Li Kurdistanê li hemberî êrîşên polîsên tîmên taybet, ciwan berxwedana xwe didomînin.
Li Kurdistanê li hemberî êrîşên polîsên tîmên taybet, ciwan berxwedana xwe didomînin.
Li Amedê tîmên taybet ên Tirk li hember gel B-7 û bombeyên mîsket bi kar anîn, di encam de, 5 jê zarok, 6 sivîl birîndar bûn.
Gelê Sûrê demeke dirêj e taxa xwe diparêze, 28’ê Îlonê danê sibê polîsên tîmên taybet hewl dan ku careke din êrîş bikin. Polîsên ku dixwestin bikevin taxan rastî berxwedana komên ciwanan hatin, di encamê pevçûnek demdirêj de polîs neçar man vekişin. Hate diyarkirin ku di vê pevçûnê de tîmên taybet roketên B-7 û bombeyên mîsket bi kar anîn û di encama van êrîşan de 5 jê zarok, 6 sivîl birîndar kirin.
Heman rojê li Fîskaya ya Amedê jî komên ciwanan ketin û derketinên taxê xistin bin kontrolê. Polîs ji bo bikevin taxê êrîş kirin, lê rastî berxwedana ciwanan hatin û neçar man vekişin.
LI SILOPIYAYÊ 2 POLÎS HATIN KUŞTIN
Li Taxa Şehîd Harûn a girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, komên ciwanan çalakî li dar xistin û di encam de 2 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
28’ê Îlonê li Taxa Şehîd Harûn a girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, komên ciwanan li hemberî çeperên ku polîsan li jora xaniyên TOKÎ’yê ava dikirin, çalakî li dar xistin. Polîsan bi rêya van çeperan li hember gel êrîşên sûîqestê pêk dianîn. Di encama çalakiya komên ciwanan de 2 polîs hate kuştin û 2 jî birîndar bû.