Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got, "Li dijî hikûmeta AKP'ê ya hewl dide komkujiyên xwe yên li Kurdistanê veşêre, em bang li gelê Kurd ê welatparêz dikin ku xwedî li her bajarekî Kurdistanê yê rastî êrîşê tê derkeve û serhildanê bilind bike. Em xwedî li Bismil a bûye Kobanê, bûye Cizîr, derkevin!"
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê bi israra xwe ya di konsepta şer de dixwaze tolê ji tevahiya gelê Kurd û derdorên demokratîk hilîne. Însiyatîfê destnîşan kir, ku gelê Kurd hemû derewên AKP'ê û Erdogan her roj deşîfre dike û maskeya wan dixîne. Însiyatîfê ragihandin, ku hemû lîstikên qirêj ên Erdogan û Davûtoglû yên ji bo desthilatdariya xwe ya navendî ya faşîst dikin, yek bi yek aşkera dibin û got, "Xeyala Erdogan a ji bo afirandina rejîma serokatiyê û rejîmeke navendîparêziya tund-dîktator, bi ragihandina xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurd re têk çûye. Ji ber vê yekê, bi fermana Erdogan re hêzên kontra yên AKP'ê êrîşî xwerêveberiyên gelê me û şehîdgehên ku ewladên herî hêja yên gelê me lê dimînin, dikin. Erdogan ê ku wê weke 'kujerê zarokan' cihê xwe di dîroka Tirkiyeyê de bigire, bi êrîşa li hemberî şehîdgehan re aşkera ye ku sûcê li dijî mirovahiyê dike. Em bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku vî sûcê li dijî mirovahiyê li cih bişopîne û bi gilîkirinê re xwedî li rûmeta mirovahiyê derkeve."
'EM XWEDÎ LI BISMILA BÛYE KOBANÊ, BÛYE CIZÎR, DERKEVIN'
Di dewama daxuyaniya Însiyatîfa Gel de hat gotin, "Gelê Kurd û tevahiya raya giştî ya demokratîk gelekî baş dizanin, ku kujerên li Cizîrê, li Sûrê û herî dawî jî yên li Bismilê yek jê 9 salî 2 zarokên me û 2 welatparêzên me qetil kirine, kî ne. Hêzên çete-kontra yên AKP'ê, ku bi fermana kujerê zarokan Erdogan tevdigerin, mîna şebekeya kuştinê dixebitin. Rayedarên AKP'ê yê hewl didin kiryarên vê şebekeya kuştinê veşêrin, li ser bedena zaroka Kurd a 9 salî ya li Bismilê hat qetilkirin derewan dikin û bi vî rengî siyasetê dikin. Li dijî hikûmeta AKP'ê ya hewl dide komkujiyên xwe yên li Kurdistanê veşêre, em bang li gelê Kurd ê welatparêz dikin ku xwedî li her bajarekî Kurdistanê yê rastî êrîşê tê derkeve û serhildanê bilind bike. Em xwedî li Bismil a bûye Kobanê, bûye Cizîr, derkevin!"
'LI DIJÎ PROVOKASYONÊN QIRÊJ ÊN AKP'Ê, HIŞYAR BIN'
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got, "Divê tevahiya raya giştî zanibe, ku ti eleqeya gelê Kurd û ciwanên Kurd bi êrîşa bombeyî ya li hemberî endamekî Huda-Parê yê li taxa Fatîh Paşa ya li Amed-Sûrê, nîne" û bal hat kişandin ser vê xalê:
"Li gorî agahiyên ji aliyê şahidên bûyerê ve hatine dayîn, yên ku bombeya mîsketê avêtine maal endamê Huda-Parê, hêzên çete-kontra yên AKP'ê ne. Hêzên çete-kontra yên AKP'ê, di pêvajoya berxwedana Cizîrê de endamekî Huda-Parê yê nexweş ê rakirin nexweşxaneyê, kuştin. Her du bûyer nîşan didin ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê bi lîstikên qirêj re li dû provokasyonan e. Berî ku ev rastî werin aşkerakirin, daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê Huda-Parê Vedat Tûrgût a dispart provokatorên AKP'ê, daxuyaniyên ne rast in. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve were zanîn; heta ku li hemberî xwerêveberî û nirxên gelê Kurd êrîş neyên kirin, wê ti kes nebe hedefa gel û ciwanên Kurd. Ne rast e ku rayedarên Huda-Parê bi zimanekî gefxwarinê, berpirsyariya êrîşa li hemberî xwe xistin stuyê ciwanên Kurd. Pêwîste ev derdor zanibe, heta ku li hemberî ciwanên Kurd ên bi berxwedanê xwedî li xwerêveberiyên xwe derdikevin êrîşek neyê kirin, wê li hemberî endamên Huda-Parê ti hewldan neyê kirin. Eger pêwîstî pê hebe, bi Huda-Parê re dikare komîsyoneke hevpar were avakirin, bi vê komîsyonê re bûyera li taxa Fatîh Paşa dikare were lêkolînkirin û encamên wê bi raya giştî re bên parvekirin. Em bang li derdorên pêwendîdar û tevahiya raya giştî dikin ku li hemberî van provokasyonên qirêj ên AKP'ê hişyar bin."