Leşkeran topa hawanê avêtin Elkê: 2 kes bi giranî birîndar bûn - HAT NÛKIRIN
Yek ji topên hawanê yên Fermandariya Alaya Jendermeyan a Navçeyê ya Elkê bi rojane diavêjin herêma çiyayî li gundê Tîvor ê girêdayî Elkê ket.
Yek ji topên hawanê yên Fermandariya Alaya Jendermeyan a Navçeyê ya Elkê bi rojane diavêjin herêma çiyayî li gundê Tîvor ê girêdayî Elkê ket.
Yek ji topên hawanê yên Fermandariya Alaya Jendermeyan a Navçeyê ya Elkê bi rojane diavêjin herêma çiyayî li gundê Tîvor ê girêdayî Elkê ket. Welatiyên bi navê Necmettîn û Hakki Aşan ji ber parçeyên şarapnela topa hawanê bi giranî birîndar bûn.
Danê êvarî yek ji topên hawanê yên Fermandariya Alaya Jendermeyan a Navçeyê ya Elkê ku bi rojane diavêjin herêma çiyayî li gundê Tîvor ê girêdayî Elkê ket. Welatiyên bi navê Necmettîn û Hakki Aşan ên kurapê hev in û li ber deriyê mala xwe rûniştibûn, ji ber parçeyên şarapnela topa hawanê bi giranî birîndar bûn.
Gundiyan Hakki û Necmettîn Aşan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Li vir piştî mudaxeleya yekemîn her du birîndar rakirin Şirnexê.
Li gel vê welatiyên ji navenda navçeyê û gundên derdorê yên bûyer bihîstin û ketin rê gihiştin gund. Welatiyan diyar kirin ku topa hawanê di wextê xwarinê de li gund ketiye, ji bilî her du welatiyan kes li derve tinebû, ji ber vê ji komkujiyekê rizgar bûne.