Fermandarê gerîla yê Makedon: Ev tevger tevgera min e!

Ji Fermandarên HPG'ê Cûmalî Makedon, ku di sala 1996'an de Kurd nas kir, di 1999'an de lêgerînên xwe xurt kir û tevlî xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, di 2001'ê de jî beşdarî refên gerîla bû, tevgera Kurd weke tevgera azadiyê ya hemû gelan dibîne.

Cûmalî anî ziman ku weke zarokê malbateke koçberê Makedon, di dema xwendina zanîngehê de wî Kurd nas kiriye û dîtiye ku hemû tiştên der heqê Kurdan de dihatin gotin, bi temamî derew in.

Cûmalî got, "Piştî ku min Kurd nas kir, bi wan re hevaltî kir, min hîn bêhtir xwest vî gelî nas bikim. Bi vê yekê re min xwe, cudahiya xwe nas kir. Min berpirsyariya li pêşberî nasnameya xwe hîs kir. Van rastiyan lêgerînên min xurttir kir û bû sedem ku PKK'ê nas bikim. Ji pirtûkan min dest bi xwendin û naskirina Rêbertî kir. Di sala 1999'an de bi awayekî fermî tevlî xebatên ciwanan bûm. Demeke kurt di nava vê xebatê mam, piştre ji bo wextekê li Ege li Aydin û Manîsayê mam. Di nava demeke kin de li Stenbolê min xebat meşand. Di sala 2001'ê de hatim çiyayên azad ên Kurdistanê."

Cûmalî da xuyakirin ku dema wî PKK nas kiriye ji xwe re gotiye, "eger mirov di nava şert û mercên Tirkiyeyê de bixwaze bibe sosyalîst, çima mirov nebe yekemîn?" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelek rêxistin hene, lê ti ji wan xwe li gorî nêrîna sosyalîst bi rêxistin nakin û li gorî wê tênakoşin. Dema mirov li hemûyan dinêrin, dibînin ku hînê xwe li gorî rêxistinbûyîn û îdeoojiya beriya sed du sed salan tevdigerin. Aliyê herî nebaş jî ew e, ku bawer dikin wê bi vî rengî bi ser bikevin. Girîng e nêrîna xwe biguherînin. Nêrîna PKK û Rêbertiyê gelekî cuda ye. Ev cudahî rê li ber pêşketin, berfirehbûn û serketinê vedike. Mirovekî Rêber Apo nas bike, wê her tim bixwaze li refên herî pêş be. Yên dixwazin pasîf bimîni, di nava rêxistinên din de cih digirin. Mirovê sosyalîst mirovê herî radîkal e. Ji bo radîkalbûyînê jî divê mirov li refên herî pêş bin."

'BIHUŞTA MIN DÊRSIM BÛ'

Cûmalî anî ziman ku di jiyana xwe ya 14 salên gerîla de ew ji her hevalê/î gelek tişt hîn bûye û pratîka şeş salan a li Dêrsimê jî weke bihuşta vê pênase dike. Cûmalî got, "Li pêşiya te xetek heye û timî aktîf, têkoşer û bi dîsîplîn e. Tu bixwazî jî nikarî qels bimîne. Ji jiyana her hevrêyî tu gelek tiştan hîn dibe. Dêrsimê gelek tişt da min. Dêrsim ji bo min bihuşt bû. Qad çiqasî zehmet be, têkiliyên hevrêtî jî ewqasî xurt dibin. Mirov pêwîstiyê pê dibînin ku destekê bidin hev. Pêwîstî mirovan bêhtir nêzî hev dikin. 6 salan li Dêrsimê di pratîkê de bûm. Pênc salan li Mûnzûrê mam. Mûnzûr cihekî hêjayî dîtinê ye. Bi bedewiya xwe re hesteke cuda dide mirovan. Bêguman bi serhildêriya xwe re, ruhê berxwedanê dide mirovan. Li gorî min, gelekî kêm mirovan Mûnzûr dîtiye. Temaşekirina ji cihekî dûr, cuda ye. Jiyana li wir û yekparebûna pê re, wateyeke cuda tevlî jiyanê dike." Cûmalî destnîşan dike ku Herêmên Parastinê yên Medyayê jî gelek tişt dane wî.

DI NAVA GERÎLA DE HAYA ME JI HÊZA ME ÇÊBÛ

Cûmalî di dewama axaftina xwe de got, "Di nava gerîla de haya mirovan ji hêza xwe çêdibe. Mirovekî qet nameşe, li van çiyayan hînê meşê dibin. Mirovekî qet nexebitiye, hînê xebatê dibe. Ji gelek aliyan ve mirov hînê xebatê dibin. Dema vê jî dike, mirov bi hunera xwe dihesin û bi dayîna kedê re jiyanê bedewtir dikin."

'HEVRÊTÎ LI GEL JINAN DIGIHÊJE WATEYA XWE YA HERÎ BEDEW'

Cûmalî got, "Jinên ku di nava sîstemê de di bin siya mêrê herî qels de jî dimînin, li çiyê hêza xwe bi awayekî zelal derxist holê" û sekna mînakdar a jinan di di nava gerîla de bi van gotinan anî ziman: "Hêza afirînerî, berhevkarî û hevrêtiyê ya jinê, bi kûrbûna di her şert û mercî de û bi neterikandina şer, her tim di asta herî bilind de ye. Di nava mêr de rêjeya vê hêzê kêmtir e. Ev rastiyeke; di cewhera PKK'ê de hevrêtî xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Li gel jinan hevrêtî digihêje wateya xwe ya herî bedew. Jin, şaşîtiyên rû didin jî hewl didin di nava xwe de çareser bikin. Pêwendiya vê hevrêtiyê bi têkiliya hatiye afirandin ve heye. Pêwendiya xwe bi hezkirin û hurmet nîşandana ji hev re heye. Têgîna Em di nava jinan de gelekî li pêş e. Cewhera civakîbûnê Em e. Di nava mêr de têgîna Ez bêhtir li pêş e. Jinan di nava gerîla de, derewa 'jin bêhêz e' ji holê rakirin. Çawa ku bi derewa 'Kurd nîne' hewl hat dayîn têgihiştineke xapandinê bê afirandin, bi derewa 'jin bêhêz e' jî xwestin heman têgihiştin were afirandin. Jinan di nava gerîla de her şêwe derew, hilweşandin. Jin hem gelekî nêzî azadiyê ne, hem jî gelekî nêzî xwezayê ne. Yên nêzî xwezayê bin, di heman demê de nêzî azadiyê ne. Li cihên ez lê mam, li eyaletên ez lê amam, vê yekê xwe her tim nîşan da. Rêberê me belasebep negotiye 'PKK tevgereke jinê ye, tevgear azadiyê ye'. Ev gotin di pratîkê de watedar dibe. Bi azadbûna jinê re derdora azad dide, em azad dibin."

...