Gerîlayê HPG'ê Akinel ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozgur Akinel (Şoreş Malazgirt) ê di şerê Elkê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Milazgirtê hat definkirin.

Gerîlayê HPG'ê Ozgur Akinel (Şoreş Malazgirt) di şerê Elkê de bi 14 hevrêyên xwe re jiyana xwe ji dest dabû li gundê Teterqaziyê yê Milazgirtê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin. Cenazeyê Akinel li sînorê Mûşê hat pêşwazîkirin û li herêma Kaniya Çivîkan hat astengkirin. Leşkeran bi sedan wesayîtên tevlî kerwanê cenazeyê bibûn rawestand û hewl da pêşiya cenazyê bigirin. Welatiyan bertek nîşanî leşkeran dan û leşkeran guleyên rasteqîn bera hewa dan. Piştî demekê leşker û tîmên taybet paşve vekişiyan.
Cenazeyê Akinel di têketina Milazgirtê de ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin û ber bi gundê Teterqaziyê ve bi rê ketin. Welatiyan li gund cenazeyê Akinel li ser milên xwe kirin û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" heta goristanê meşiyan. Bavê wî Muhsîn Akinel di merasîma cenazeuê kurê xwe de axivî û got ku kurê wî şehîdê gelê Kurdistanê ye.
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk jî anî ziman ku ji bo azadiya gelê xwe tevlî şoreşê bû û wiha axivî: "Ji bo gelê Kurd jiyaneke bi rûmet bijî tevlî têkoşînê bû. Hêj bi hezaran têkoşîna wî didomînin."
Piştî axaftinan bi dûayan cenazeyê Akinel hat definkirin.
Welatî ji bo sersaxiyê derbasî konê şînê bûn.