Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk her ku li hember gerîlayan derban li derban dixwe hikûmeta AKP’ê bi zîhniyeta Tayyîp Erdogan a “Jin be jî zarok be jî ya pêwîst em ê bikin” her roj li çend deveran sivîlan qetil dike. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Her roj tevî ku sivîl ji aliyê leşker û polîsan tên qetilkirin jî Ahmet Davûtoglû bi awayekî rûşûştî dibêje, “polîs û leşkerên me ti sivîl nekuştine’. Ango li hemberî êrîşên dewleta Tirk kesên li ber xwe didin, eger zarok, jin û ciwan bin jî li gor wan ne sivîl in. Li ser vê her kesê li hember polîtîkaya qirkirina çandî ya dewleta Tirk li ber xwe dide terorîst e û divê bê kuştin. Gelên me bi hikûmeteke wiha ya faşîst û dijminê gel re rû bi rû ye. Li hember vê rewşê pêwîst e tevayî rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiye û cîhanê tavilê heyeteke bêalî ava bikin, kesên hatine kuştin kî ne lêpirsîn bikin û ji raya giştî re aşkera bikin. Li ti devera cîhanê li zevatên wiha yên zalim û nemerd ên sivîlan dikujin û dibêjin, “Me qet sivîl nekuştine” nehatine dîtin.”
HIKÛMETÊ NE TENÊ LI HEMBER KURDAN LI HEMBER HÊZÊN DEMOKRASIYÊ JÎ ŞER DESTPÊ KIR
KCK’ê diyar kir li Tirkiyeyê hikûmeteke ku ne tenê li hember Kurdan li hember tevayî hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê şer daye destpêkirin heye û wiha hat gotin: “Li devera cîhanê li hember hêzên wiha yên faşîst û êrîşkar bi bloka têkoşînê ya hêzên demokrasiyê bersiv tê dayîn. Ji ber bi têkoşîna hevpar hêzên wiha tên têkbirin û welat demokratîk dibin. Lewma pêwîst e gelên Tirkiye û hêzên demokrasiyê bi gelê Kurd ê li ber xwe dide re têkoşînê pêş bixe, kesên dixwazin pergaleke nû ya hegemonîk a otorîter ava bikin têk bibin.”
EM XWEDÎ LI PÊNGAVA XWESERIYA DEMOKRATÎK DERKEVIN
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di dewama daxuyaniyê de wiha got:
“Dewleta Tirk li her derê êrîşê dibe ser pêngava xwerêveberiyê ku pêngavek gelê Kurd a demokratîkkirina Tirkiyeyê jî. Hewl didin îradeya demokratîk a gel bîşkînin. Jixwe her roj li hin cihan li hember gel çekên giran bi kar tînin û ji gel mirovan qetil dikin. Çend roj berê li Elkê, bi top, çekên giran êrîşî gel kirin, 4 sivîl qetil kirin, gelek birîndar kirin, hejmarek zêde xanî jî bi çekên giran xera kirin, kirin xirbe. Herî dawî li Bismil û Sûrê êrîş kirin, li Bismilê 3 sivîl qetil kirin, gelek kes jî birîndar kirin.
Niha gelê Bismilê di bin êrîşeke giran de ye. Di bin van mercan de divê gelê Kurdistanê bi giştî rabe ser piyan, cihê nêzî Bismilê wekî çawa li Cizîrê çêbû, pêwîst e bi meşa xwe li cem gelê Bismilê cih bigirin. Li hember êrîşan divê ti navçe û bajar tenê neyên hiştin. Serketina jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd tenê gele Kurd li her derê berxwedanê bilind bike û bi pêngava xwerêveberiya demokratîk re bibe yek wê çêbibe.
Divê gelê me her tim hişyar be, li daxuyaniyên Însiyatifên Gel xwedî derkeve, di perspektîfên Însiyatîfên Gel de têkevin tevgerê. Niha Însiyatîfa Gel a Amedê banga xwedîderketina gelê Bismil û Sûrê dike. Divê gelê me jî li her derê li vê bangê xwedî derkeve û rabe ser piyan. Di serî de Stenbol, metropolên ku gelê me û hêzên demokrasiyê lê dijîn, rabin ser piyan û li Bismil, Sûr û berxwedanên li cihên din xwedî derkevin. Ev rojan rojên her tim hişyarbûnê ne, rojên mayîndekirina têkoşînê ne. Wê pêşeroja me, têkoşîn û hişyariya me ya îro diyar bike.
Em careke din bang li gelê xwe dikin ku li pêngava xweseriya demokratîk xwedî derkeve; heta ev pêngav bi serketî bi dawî bibe jî têkoşînê bênavber bidomîne.”