Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Ebexê Derya Gonul hate girtin

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Ebexê ya HDP’ê Derya Gonul û Refîk Aladag bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Ebexê ya HDP’ê Derya Gonul û Refîk Aladag bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Li navçeya Ebexê ya Wanê duh êvarî di ketina bajêr de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ebexê Derya Gonul û Refîk Aladag hatin binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê kirin.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Gonul û Aladag bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Li dadgehê jî bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Gonul û Aladag piştî hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.