Zarokên Tîryakî ya mertala zindî: Hûn çima diya me bernadin?

Zarokên Hevşaredara Bajarokê Îkîkopru Hîdayet Tîrkayî ku diya wan li Êlihê hat girtin, fêm nakin bê çima diya wan hatiye girtin.

Hevşaredara Bajarokê Îkîkopru Hîdayet Tîrkayî, ku weke 'mertalên zindî' çû herêma şer a li navçeya Êlih Qabilcewzê, bi hinceta 'propaganda rêxistinê' kiiye, tevî 23 rêveberên HDP û DBP'ê hat girtin û li Girtîgeha Tîma M ya Êlihê hat bicihkirin. Keça Tîryakî Raperîn a 4 salî ku fêm nake çima diya wê hatiye girtin got, "Dibêjin wê diya min sibe were, lê belê bû êvar dîsa nehat. Bavê min derew li me kir. Dibêje 'eger hûn bigirîn wê diya we qet neyê' ji ber vê jî, em nagirîn."

Tevî Hevşaredar, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan, 83 kesên ji bo sekinandina şerê di navbera PKK û artêşa Tirk ê li bejahiya Qabilcewzê de hefteya debasbûyî çûn herêma şer, bi hinceta ku çûne 'herêma ewlekariyê' ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin. Ji 83 kesên derxistin pêşberî dozgeriyê, 23 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê. Hevşaredara Bajarokê Îkîkopru yê Qubînê dayika 7 zarokan Hîdayet Tîryakî jî di nava wan de heye. Zarokên Tîryakî yên emrê wan biçûk in, fêm nakin bê çima diya wan hatiye girtin. Raperîn a 4 salî dibêje ku ji ber diya wê ne li cem e nikar razê. Raperîn dibêje, "Dibêjin wê diya min sibe were, lê bû êvar dîsa nehat. Bavê min derew li me kir. Dibêje 'eger hûn bigirîn wê diya we qet neyê'. Em jî nagirîn."

Hêvî Jiyan a 6 salî jî dibêje, "Leşkeran diya min birine. Ji bo xwişka min Raperîn netirse, wexta dixwazim bigirînim jî nikarim bigirîm. Bavê me ji xwe girî li malê qedexe kiriye. Diya min ji bo leşker nemirin çûye, lê leşkeran ew girtine."

Keça herî mezin a Hevşaredar Tîryakî Rozerîn Tîryakî ya 15 salî jî anî ziman ku psîkolojiya xwişkên wê yên biçûk xera bûye û 4 mehên ragirtina diya wan a beriya 5 salan bibîr xist. Rozerîn Tîryakî got, "Diya min berî 5 salan hatibû girtin. Hingî min girtina diya xwe qebûl nekiribû. Psîkolojiya min xera bûbû, tevî ku xewa min dihat jî nikarîbûm raketibûma. Niha nizanim ku xwişkên min Raperîn a 4 salî û Hêvî Jiyan a 6 salî ,birayê min Yûsûf ê 10 salî bi kîjan psîkolojiyê dijîn. Ji ber ku em 7 xwişk û bira ne, naxwazin ji bo xizmên xwe bibin bar. Lewma em bi du, sê kesan li cem xizmên xwe dimînin. Xwişk û birayên min niha nizanin, lê belê eger hinekî din mezin bibin û hîn bibin ku diya me ji ber çi hatiye girtin, wê çaxê wê ji dewletê nefretê bikin. Diya min ji bo mirov nemirin diçe xwe dike mertal, lê ew li şûna xelatê bidin diya min, radibin digirin û dixin girtîgehê."

...