'Kobanê li Cizîrê şênber bûye'

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Viyan Leyla got, "Pêngava paqijkirina Kurdistanê ji AKP'ê, ku ji 7'ê Hezîranê û vir ve ji aliyê gelê Kurd ve hatiye destpêkirin, divê bi îlana xwerêveberiyan re veguhere serketinê."

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Viyan Leyla rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê nirxand û got, "Bi şiyara 'Her der Cizîr, Elkê, Sûr, Gever, Farqîn û Bismil her der berxwedan' re, li ser bingeha bersivdayîna xurt li çeteya AKP û Erdogan, pêwîste di pêvajoyeke bi vî rengî ya dîrokî de gel hemû bi taybetî jî ciwan cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin."

'ÊDÎ AKP DI NAVA GELÊ KURD DE NE REWA YE'

Leyla bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd dimeşîne û da zanîn ku çeteya AKP û Erdogan ji 5'ê Nîsanê û vir ve tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye û bi vê polîtîkaya tecrîdê re li hemberî gelê Kurd bi awayekî vekirî biryara şer daye.

Leyla bibîr xist ku çeteya AKP û Erdogan di salvegera peymana Lozanê de dest bi bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye, li hem heberî nûnerên Kurdan ji nû ve operasyonên qirkirina siyasî meşandiye û got, "Bi van pêlên êrîşê re êdî ti rewabûna çeteya AKP û Erdogan di nava gelê Kurd de nemaye."

'AKP LI BERXWEDANEKE MEZIN RAST HATIYE'

Viyan Leyla anî ziman ku li hemberî êrîşên çeteya AKP û Erdogan, gel bi awayî emelî derbasî sîstema xwerêveberiyê bûye û destnîşan kir ku li dijî dagirkerî û mêtîngeriya AKP'ê, li ser bingeha vîna gel xwereveberî hatiye îlankirin û bi pêşengiya jin û ciwanan tê parastin.

Leyla got, Di serî de gelê Farqîn, Gever, Sûr, Gimgim, Silopiya, Cizîr, Elkê, Sûr û Bismilê, gelê Kurdistanê bi pêngava xwerêveberiyê re nîşan daye ku ew ê hêzên dagirker nas neke û got, "Hikûmeta AKP'ê ya bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ji Kurdistanê hat birin, bi vê pêngavê re bi temamî Kurdistan ji AKP'ê hatiye paqijkirin."

Leyla destnîşan kir ku AKP li berxwedaneke mezin rast hatiye, lewma neçar maye paşve gav biavêje û got, "Vê berxwedana lehengî ya gel, AKP xistiye nava rewşeke mezin a tengav."

'GIRÎNG E HER KES TEVLÎ REFÊN BERXWEDANÊ BIBE'

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Viyan Leyla da xuyakirin, ku ji bo gelê Kurd yekane rêya jiyanê berxwedan e, lewma rastiya gelekî berxwedêr li holê heye û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Erdogan mîna padîşahên Osmanî, li hemberî her kesên serê xwe li ber natewîne fermana mirinê derxistiye. Li hemberî vê fermanê, rastiya gelekî heye ku diherike kolanan, li her qada jiyanê û di her kêliyê de li ber xwe dide. Pêwîste ti carî dest ji îlana xwerêveberiyê ku gava herî bi pîvan a gelê me ye, neyê berdan. Herêmên ku xwerêveberî ragihandine, divê xebatên avakirinê yên di çarçoveya neteweya demokratîk, ku perspektîfa bingehîn a Rêber Apo ye, bimeşînin. Bi vî rengî jiyaneke azad dikare were avakirin. Pêwîste wezîfeya parastina xwerêveberiyê ji aliyê her kesî ve were dewamkirin. Li hemberî hêzên qetlîamker û çete, parastina kolan, tax, navçe yanî parastina xaka xwe, wezîfeya herî pîroz e. Ji bo parastina welatê xwe ji van hêzên çete, tecawizkar û dagirker, di serî de jin û ciwan divê her kes biherike nava refên berxwedanê. Girîng e gel jî hişmendiya parastina sivîl bi pêş bixîne û neteweya demokratîk ji 9 aliyan ve mayînde bike. Pêngava paqijkirina Kurdistanê ji AKP'ê, ku gelê Kurd di 7'ê Hezîranê de da destpêkirin, pêwîste bi îlana xwerêveberiyan re veguhere serketinê."

'TÊKOŞÎNA RIZGARIYA NETEWEYÎ GERDÛNÎ BÛYE'

Leyla rewşa şoreşgerî ya li Bakurê Kurdistanê weke bandor û dewama şoreşa Rojava pênase kir û destnîşan kir ku pêvajoya li Bakurê Kurdistanê rû da, ji çanda berxwedanê ya şoreşa Rojava bi taybetî jî berxwedana Kobanê îlham wergirtiye.

Leyla got, "Gelê Kurd bi jin, ciwan û extiyarên xwe re li Kobanê li ber xwe da û têkoşîna rizgariya enteweyî gerdûnî kiriye. Ev têkoşîna gerdûnî bûye, li Cizîrê şênber bûye. Kobanê li Cizîrê şênber bûye. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de, ji bo serhildanên 6-8'ê Cotmehê yên li Bakurê Kurdistanê, gelê Botanê bi taybetî jî gelê Cizîr û Elkê di asta pêşengiyê de cih girtiye. Bi vê berxwedanê re têkoşîna Kobanê gerdûnî bûye û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nîşanî tevahiya cîhanê daye ku bêşik û bêguman, hêza bingehîn a parastina gelê Kurd e. Çawa ku di 6-8'ê Cotmehê de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê tevahiya gelê me rabû berxwedanê û Kobanê gihand asta gerdûnî, îro jî pêwîste heman berxwedan ji bo Elkê bê nîşandan. Bi vî rengî em dikarin hêzên dagirker û mêtînger ji xaka Kurdistanê derxînin. Ev serketin li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi dest ket. Pêwîste em heman serketinê li hemberî serçeteya AKP'ê û Erdogan bi dest bixînin."

'SERKETIN WÊ BI BERXWEDANA GELÊ KURD A XWERÊVEBERIYÊN XWE DIPARÊZE Û SÎSTEMA XWE YA DEMOKRATÎK AVA DIKE, PÊK WERE'

Leyla bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan a li peşberî pêşketin û qewimînên heyî û destnîşan kir ku hêza bingehîn a AKP'ê ji Kurdistanê biavêje, ciwan e. Leyla bang li ciwanan kir ku li hemberî polîtîkayên AKP'ê serî rakin û cihê xwe li çeperên berxwedanê bigirin.

Leyla herî dawî ev bang kir:

"Tecrîda li ser Rêber Ao û komkujiyên li ser gelê Kurd tên ferzkirin, bi berxwedana bi pêşengiya ciwanan re tên pûçkirin. Di pîrokeke bi vî rengî ya dîrokî de ku gav bi gav em ber bi serketinê ve dimeşin, em bang li hemû ciwanan dikin ku bi têkoşîna azadiyê a Kurdistanê re bimeşin. Bi herikîna li nava refên têkoşînê re, rojên ku em ê AKP'ê ji Kurdistanê biavêjin û Rêber Apo Azad bikin, nêz in. Ji bo vê jî, werin em bi şiyara 'Her der Cizîr, Elkê, Farqîn, Bismil her der berxwedan' welatê xwe azad bikin û bersiva herî xurt bidin çeteya AKP û Erdogan a faşîst-mêtînger-dagirker. Gelê Kurd ê xwerêveberiyê diparêze, sîstema xwe ya demokratîk ava dike û Rêberê xwe azad dike, wê bi pêşengtiya ciwanan bi berxwedana xwe re bigihêje serketinê."

...