Li ser xwerêveberî û xweseriyê civîn tên lidarxistin
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, wê li ser mijarên xwerêveberî û xweseriya demokratîk hin rêze civîn bên lidarxistin.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, wê li ser mijarên xwerêveberî û xweseriya demokratîk hin rêze civîn bên lidarxistin.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), wê di navbera 01-11'ê Cotmehê de Li Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Amed, Riha, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Agirî, Îdir, Qers, Mûş û Erzîromê, li ser mijarên xwerêveberî û xweseriya demokratîk rêze civînan lidar bixe.
Li gorî agahiyên ji Navenda Giştî ya DBP'ê hatin wergirtin, wê bi dînamîkên civakê, gel, saziyên baweriyan, rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên herêmî û meclîsên gel ên bajaran re, aliyên xwerêveberiyê û xweseriya demokratîk werin nirxandin. Her wiha wê nîqaş bê kirin ku dînamîkên civakê wê di nava vê pêvajoyê de roleke çawa bilîzin.
Li bajarên Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Amed, Riha, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Agirî, Îdir, Qers, Mûş û Erzîromê wê rêze civîn li her bajarî du rojan bê lidarxistin.
Di roja destpêkê de wê bi dînamîkên bajêr re hevdîtin were kirin, agahî bê dayîn û nîqaş bên meşandin.
Di roja duyemîn de jî wê civîn bi kombûna gel pêk were. DBP'ê ji bo van civînan banga tevlîbûnê kir.
Di heman demê de wê nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Jinên Azad (KJA) jî amade bin. Bernameya van rêze civînan bi vî rengî ye:
"1-2'ê Cotmehê Êlih, 3-4'ê Cotmehê Bedlîs û Erzîrom, 5-6'ê Cotmehê Wan, Qers û Riha, 6-7'ê Cotmehê Sêrt, 7-8'ê Cotmehê Colemêrg, Dêrsim û Îdir, 8-9'ê Cotmehê Mêrdîn, 9-10'ê Cotmehê Mûş û Agirî, 10-11'ê Cotmehê Amed û Şirnex."