Ji YJA Star ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dane çalakî: 25 leşker hatin kuştin

YJA Starê di serî de Baran Dêrsim ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dane li Tetwanê çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de 25 leşker hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniya YJA Star diyar kir ku 16’ê Îlonê, di serî de Baran Dêrsim ji bo gerîlayên di pêvajoya dawî de jiyana xwe ji dest dane çalakiyek li dar xistine.

YJA Star di daxuyaniya xwe de got: “28’ê Îlonê saet 07.50 li hember konvoya leşkerî ya ji navenda Tetwan a Bedlîsê ji Ordu Evî diçû Tûgaya Sorgûn çalakiyeke sabotajê ya berfireh hatiye lidarxistin. Di çalakiya sabotajê de hemû leşkerên di nîv otobus û wesayîta zirxî ya Akrep de bi temamî îmha bûne. nizamiyeya qereqola Sorgûn û 2 çeperên ku 2 leşker têde îmha bûne. Di encama vê çalakiyê de 15 leşker hatine kuştin û 10 leşker birîndar bûne. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi 13 ambulans û wesayîtên zirxî ji cihê bûyerê rakirine. Artêşa Tirk windahiyên xwe veşartine tenê birîndarên xwe aşkera kirine.”