KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Navnîşana Suryanî û Êzidiyan HDP ye'
Endamê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Nûman Ogûr û Endama Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê Çîçek Yildiz bang li Asûrî-Suryanî û Êzidiyan kirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê. -
Gerîlayê HPG’ê Yîgît spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Yîgît (Deniz Faruk), ê li Şemzînanê di bombebarana dewletê de hat qetilkirin, ji aliyê hezaran ve hat definkirin. -
Hatîp Dîcle: Xweseriya demokratîk projeyeke aştiyê ye
Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, diyar kir ku pêwîst e dewlet dest ji siyaseta xwe ya tektîpkirinê berde û got, "Em nabêjin em dewleteke cuda ava bikin. Pirsgirêkên li vir kesên li vir hê baştir dizanin. Enqere van nizane.” -
Hêzên dewletê li Nisêbînê ciwanekî Sûriyeyî yê 25 salî birîndar kirin
Li Nisêbînê berxwedana gel didome, sekvanan ciwanekî 25 salî yê bi navê Cemîl Hamsî yê ji ber şerê Sûriyeyê hatiye Nisêbînê ji pişta wî birîndar kirin. -
Li Qerqelî înfaz û binçavkirin hatin protestokirin
Li Qerqeliyê înfaza 2 gerîlayên HPG’ê û binçavkirina 27 mertalên zindî hat protestokirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku kesên di bin çavan de bên berdan û polîtîkaya şer a AKP’ê hat protestokirin. -
'Kurekî min çû, bi hezaran kurên min hene'
Ji bo kesên li Bismilê hatine qetilkirin û gerîla Şîmşek ê di pevçûna Elkê de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn. Piştî mewlûdê meşek girseyî pêk hat. -
Yîgîtalp: Li Farqînê gel di bin gulebaranê de ye
Li Farqînê hêzên şerê taybet ên Qesrê, ketin taxan. Li taxan ji ber ketina parlamenteran tê astengkirin, agahî nayên girtin -
Li Nisêbînê êrîş jî berxwedan jî mezin dibin: 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin
Li gelek taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji duh ve komên ciwanên berxwedêr li hember operasyonên tîmên taybet çalakiyên xwe didomînin. Di encama çalakiyan de 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. -
Wekîlên HDP’yî li ser Rêya Îpekê çalakiya rûniştinê pêk anîn
Wekîlên HDP’yî û yên li gel wan ên xwestin xwe bigihînin Nisêbîna ku bi rojane li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin, di ketina navçeyê de tên astengkirin. HDP’yiyan ji bo rewşê protesto bikin li ser Rêya Îpekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. -
Bîrlîk ê polîsan qetil kir ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi beşdariya deh hezaran kesan hate definkirin. -
Gerîlayan derbên giran li hêza operasyonê ya êrîşî şehîdgehan dikirin xistin
Gerîlayên HPG/YJA Star derbek giran li hêza operasyonê ya artêşa Tirk a êrîşî şehîdgehan dike xistin. Di çalakiya kul i Mêrdînê pêk hat, 11 leşker û 7 tîmên taybet hatin kuştin. -
Li Geverê li hember konvoya leşkerî sabotaj: 12 leşker mirin, 7 leşker birîndar bûn
Li hemberî konvoya leşkerî ya ji 40 wesayîtên ku ji navçeya Gever a Colemêrgê diçû Şemzînanê çalakiya sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de du wesayîtên zirxî bi temamî hatin îmhakirin, 12 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn. -
Mamosteyên Efrînê ji bo azadiya Ocalan daxuyanî dan
Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Efrînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin. -
Li Farqînê êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê
Polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser heyeta HDP û DBP’ê ya li navçeya Farqînê ji bo êrîşan di cih bibîne hatiye û hewl dide ji bo birîndar bên tedawîkirin ji taxan bên derxistin. -
Li Sêrtê 3 kes hatin girtin
Li Sêrtê di serdegirtinên malan ên ku roja bihurî hatin kirin de ji 11 kesên rêveberên DBP, ÎHD û MEYADER'ê hatibûn binçavkirin ji wan 3 kes hatin girtin. -
Artêşa Tirk li hember herêmên gerîla bomberdûmanê didomîne
Artêşa Tirk li hember herêmên gerîla bomberdûmanê didomîne, tevgera hewayî berdewam dike. -
Nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ hat aşkerakirin
Nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên li derdora qûntarên çiyayê Kizwanan de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin. -
Li Farqînê terora dewletê û berxwedana gel didome
Li Farqînê terora dewletê û berxwedana gel didome. Sekvan guleyan li ser gelê dixwaze zarokê bi destê hêzên dewletê hatiye birîndarkirin rake dibarîne. -
Li Nisêbînê ciwanek din hate qetilkirin
Li Nisêbînê Şahîn Turan ê bi motorsîtleta xwe ve digeriya ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. -
Malbatan hesap ji dewletê xwestin, banga agirbesta dualî kirin
Li Amed, Êlih û Geverê ÎHD û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li qadan bûn. -
Li Nisêbînê zarokekî 13 salî birîndar bû
Di encama êrîşên polîs û leşkerên Tirk de zarokekî 13 salî birîndar bû. Nahêlin zarokê birîndar bibin nexweşxaneyê, her wiha êrîş jî didomin. -
‘Dewlet amadekariyên komkujiyê dike, divê em li derdora Nisêbînê bibin yek’
Hevşaredarê Nisêbînê Kok got ku li navçeyê planek komkujiyê ya Cizîrê jî derbas dike tê kirin. Kok wiha bang li raya giştî kir: “Tavilê têkevin pêşiya van amadekariyên komkujiyê. Divê em li derdora Nisêbînê bibin yek.” -
Hejmara binçavkiriyan li Îzmîrê zêde dibe
Li Îzmîrê hejmara kesên ku serê sibehê di serdegirtinan de hatin binçavkirin derket 9 kesan. -
'Ya wê me hemûyan bikujin an jî wê tankan vekişînin'
Li Nisêbînê hêzên dewletê nahêlin gel birîndaran bibe nexweşxaneyê. Gel diyar kir ku wê tevî her tiştî jî li ber xwe bidin û peyama, “Yan wê me hemûyan bikujin an jî wê tankên xwe vekişînin” da. -
Koma ji Êlihê diçû Farqînê rastî astengiya polîsan hat
Koma ji 50 kesan a ji bo komkujiyên sivîl ên ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li Farqînê asteng bike, ji Êlihê ber bi Farqînê ve ket rê ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin.