Hevşaredarê Nisêbînê Kok got ku li navçeyê planek komkujiyê ya Cizîrê jî derbas dike tê kirin. Kok wiha bang li raya giştî kir: “Tavilê têkevin pêşiya van amadekariyên komkujiyê. Divê em li derdora Nisêbînê bibin yek.”
Bi biryara Walîtiya Mêrdînê li navçeya Nisêbînê derketina kolanan hate qedexekirin û piştî wê şîdeta dewletê destpê kir, ev 3 roj in jî didome. Duh êvarî polîsan bi tank û çekên giran êrîş birin ser taxan, li hember vê jî ciwanan bersiv dan. Pevçûnên dijwar rû dan û ev pevçûn heta danê sibê jî li gelek taxên Nisêbînê berdewam kirin. Li Taxa Firatê êrîş û pevçûn zêde bûn, li vir Ahmet Sonmezê 70 salî bi guleyên polîsan ve hate qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Hevşeradarê Nisêbînê Cengîz Kok der barê rewşa navçeyê ya dawî de ji ANF’yê re axivî.
'PLANEK ÊRÎŞÊ YA CIZÎRÊ JÎ DERBAS DIKE HEYE!'
Kok ragihand ku ji duh ve pevçûnên dijwar rû didin, pevçûnên li taxên Firat, Yenî Tûran û 8 Martê heta evarî saet 24.00’an berdewam kirine. Kok diyar kir ku êvarî saet di navbera 01.00-01.30’an de pevçûn li Taxa Firatê dijwartir bûne, ev taxa ku wek Taxa Koçer tê zanîn, hêzên dewletê bi hejmarek mezin leşker û bi dehan wesayîtên zirxî, tankan û bi çekên giran ve êrîş birin ser taxê. Kok wiha berdewam kir: “Danê sibê em pê hesiyan ku li vê taxê kesê bi navê Ahmet Sonmez (70) hatiye qetilkirin. Cenaze li qolanê mabû, ev welatiyê me yê sivîl, polîsan bi dehan gule berdabûnê û qetil kiribûn. Cenaze heta sibê sekinandin. Me cenaze saet 08.00’an bi zorê ji wî cihî girt.”
Kok got: “Bi qasî ku em dibînin, dewletê amadekariyên ji Cizîrê mezintir li vir kiriye” , aşkera kir ku dewletê bi sedan wesayîtên zirxî, tîmên taybet û çekên giran aniye û ev jî nîşan dide ku dewlet planek demdirêjî ya dorpêçê û êrîşê dike. Kok ji bo komkirinan jî axaftina “Serî û binî tineye” bi kar anî û got: “Li navçeyê her kolan, cade bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin. Li kolanê çi zarok çi jin, kê dibînin bi çekên otomatîk êrîşên giran dibin ser wan.”
'BIRÎNDAR NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYAN; AV, ELEKTRÎK TINEYE’
Kok, dema êrîş destpê kirin û vir ve gelek sivîl birîndar bûne anî ziman, destnîşan kir ku birîndaran naşînin nexweşxaneyan, nahêlin kes derkevin kolanan, kî derdikeve jî polîs li ser wan guleyan direşîne. Kok wiha axîvî: “Nahêlin nexweş biçin nexweşxaneyan. Nexweşên Diyalîzê nikarin biçin. Nahêlên jinên ducanî biçin nexweşxaneyan, hem jiyana wan hem jî yên pitikên wan di bin rîskê de ne.”
Kok der bir ku bi taybet li taxên Firat û Newroz ku cihên êrîş lê dijwar bûne, av û elektrîk tineye, Qeymeqam jî bersivek wiha daye wan: “Rewş me derbas dike, qedexekirina qolanan bê dem wê berdewam bike.”
BANGAWAZÎ JI BO RAYA GIŞTÎ
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hişyar kir ku ger ev dorpêçkirin û qedexekirina kolanan tavilê ji holê ranebe, wê li Nisêbînê trajediyek mezin a mirovatiyê pêk bê û bangawaziyek wiha li raya giştî kir: “Amadekarî û komkirina hêzên dewletê amadekariyên komkujiyeke mezin nîşan dide. Em ji vir bang li tevahî raya giştî dikin; divê hûn li pêşiya van amadekariyên komkujiyê bibin asteng, em li derdora Nisêbînê bibin yek, berevajî dewlet dixwaze dorpêça xwe û qedexekirina kolanan bidomîne û bi komkujiyeke mezin jî bi encam bike.”