Wekîlên HDP’yî li ser Rêya Îpekê çalakiya rûniştinê pêk anîn
Wekîlên HDP’yî û yên li gel wan ên xwestin xwe bigihînin Nisêbîna ku bi rojane li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin, di ketina navçeyê de tên astengkirin. HDP’yiyan ji bo rewşê protesto bikin li ser Rêya Îpekê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
ANF
MÊRDÎN
şemî, 3 kewçêrê 2015, 17:10
Wekîlên HDP’yî û yên li gel wan ên xwestin xwe bigihînin Nisêbîna ku bi rojane li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin, di ketina navçeyê de tên astengkirin. HDP’yiyan ji bo rewşê protesto bikin li ser Rêya Îpekê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Koma ku Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Enîse Guneylî, Parlamenterê Êlihê Alî Atalan namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Guler jî di nav de ji bo xwe bigihînin, Nisêbîna ku bi rojane li hember êrîşên hêzên AKP’ê li ber xwe dide, ji aliyê polîsan ve hatin asengkirin. HDP’yiyên ku rewş protesto kirin, li ser Rêya Îpekê çalakiya rûniştinê pêk anîn.