'Navnîşana Suryanî û Êzidiyan HDP ye'
Endamê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Nûman Ogûr û Endama Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê Çîçek Yildiz bang li Asûrî-Suryanî û Êzidiyan kirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê.
Endamê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Nûman Ogûr û Endama Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê Çîçek Yildiz bang li Asûrî-Suryanî û Êzidiyan kirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê.
Endamê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Nûman Ogûr û Endama Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê Çîçek Yildiz bang li Asûrî-Suryanî û Êzidiyan kirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê.
Di hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku hemû gelan temsîl dike, gelekî balê dikişîne. Li ser navê Kongreya Gel a Mezoptamyayê Nûman Ogûr û li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê Çîçek Yildiz, bibîr xistin ku wê ji 8'ê Cotmehê û pê ve li Ewropayê deng were bikaranîn û bang li hemû Asûrî-Suryanî û Êzidiyan kirin, ku dengê xwe bidin HDP'ê.
'AKP'Ê LI KURDISTANÊ WINDA KIRIYE'
Endamê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Nûman Ogûr da xuyakirin ku AKP ji ber ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi tena serê xwe nebûye desthilatdar, li dijî gelan şer daye destpêkirin û got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP bi tena serê xwe nebû desthilatdar. Ji ber vê yekê nehişt ku meclîs karê xwe bike. Xwe li serketina HDP'ê ranegirt. Lewma di dema dawî de li erdnîgariya Kurdistanê, li dijî gelan şerekî qirêj da destpêkirin û zextê dike. Dema li van hemû qewimînan bê temaşekirin, wê were dîtin ku AKP weke hêzeke siyasî îflas kiriye. Serokê AKP'ê Davûtoglû û Erdogan ji aliyê siyasî ve li Kurdistanê îflas kirine. Ji ber vê yekê dîn û har bûne û şerekî ne exlaqî dimeşînin."
Ogûr diyar kir ku ew bi fikar e; AKP nehêle hilbijartin bê kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ne diyar e ku hilbijartin pêk were yan na. Ji ber ku anket nîşan didin ku AKP'ê winda kiriye. Lewma dibe ku şer dijwartir bikin û nehêlin hilbijartin pêk were. Ji niha ve li Cizîr, Gever, Elkê û gelek deverên din biryarên li dijî hiqûqê girtiye û biryara astengkirina hevdîtinan daye. Ev hemû nîşan didin ku azadiya çapemeniyê ne li gorî pîvanên demokratîk ên navneteweyî ye, li gorî qanûnên Erdogan û AKP'ê tê kirin."
'CIHÊ ASÛRÎ-SURYANIYAN DIYAR E'
Endamê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Nûman Ogûr destnîşan kir ku rengê dengê Asûrî-Suryaniyan diyar e û got, "Weke gelê Asûrî-Suryanî cihê me diyar e, ku em ê bi kê re tevbigerin, em ê dengê xwe bidin kê. Em ê bi hêzên faşîst re tevnegerin. Mejiyê îro, 100 sal beriya niha em qetil kir. Çi Alayên Hamîdiye li ser navê şovenîst, Îslamî û Tirkîtî, çi jî li ser navê Kurdîtiya berê, zerareke mezin dan gelên Mezopotamya û Anatoliyê. Gelên Asûrî-Suryanî, Êzidî, Elewî û Ermenî hatin qetilkirin. Li dijî vê ferasetê, navnîşana gelê Asûrî-Suryanî; HDP ye. Em Asûrî-Suryaniyên li Ewropa, Skandînavya û welatên din, ji bo serketina HDP'ê dixebitin. Weke Kongreya Gel a Mezopotamyayê em li ku bi rêxistin in, li wir ji bo HDP'ê dixebitin. HDP mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê, wê di vê hilbijartinê de jî bi ser bikeve. Ji ber ku hatina demokrasî û azadiyê, jiyana bi hev re ya gelan bi serketina HDP'ê ve girêdayî ye."
'HDP WÊ BI SER BIKEVE'
Endama Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê Çîçek Yildiz jî da xuyakirin, ku HDP nûnerê hemû gel û baweriyan e û got, "HDP bêyî cihêrengiya ziman, ol û reng, hemû derdoran temsîl dike." Yildiz diyar kir ku ew li Elmanyayê xebatên hilbijartinê dimeşînin û got, "Li gelek deverên Elmanyayê me komîsyon ava kirin, em dixebitin. Heta niha me karê qeydkirina navê hilbijêran kir, niha jî ji bo dengdayînê xebat tên meşandin. Her çend em ji Kurdistanê dûr in û li Elmanyayê dijîn jî, weke civaka Êzidî em bi xeka xwe ve girêdayî ne. Em bi ziman, ol, çand û nirxên xwe ve girêdayî ne. Bûyerên li Kurdistanê diqewimin, me ji nêz ve eleqedar dikin. Bêguman em qewimînên niha yên li Bakurê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. Ev me diêşîne. Ya ku dikeve ser milê me, em hewl didin ji bo gelê xwe bikin. Banga me ew e ku her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Ji ber ku her dengê bê dayîn wê serketina HDP'ê be. Ji dil ve bawer dikim; HDP wê bi ser bikeve."