'Ya wê me hemûyan bikujin an jî wê tankan vekişînin'
Li Nisêbînê hêzên dewletê nahêlin gel birîndaran bibe nexweşxaneyê. Gel diyar kir ku wê tevî her tiştî jî li ber xwe bidin û peyama, “Yan wê me hemûyan bikujin an jî wê tankên xwe vekişînin” da.
Li Nisêbînê hêzên dewletê nahêlin gel birîndaran bibe nexweşxaneyê. Gel diyar kir ku wê tevî her tiştî jî li ber xwe bidin û peyama, “Yan wê me hemûyan bikujin an jî wê tankên xwe vekişînin” da.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku qedexeya derketina kolanan didome, birîndarên ku hêzên dewletê destûr nadin rakin nexweşxaneyan di jêrzemînên malan de tên tedawîkirin.
Li Nisêbînê ku li hember gelê sivîl çekên giran tên bikaranîn, destûr nayê dayîn birîndaran rakin nexweşxaneyan. Birîndarê bi navê Ziyan Erzîk ê 65 salî di jêrzemîna mala xwe de tê rawestandin..
Musa Akşîn ê ji ANF’ê re axivî got ku tîmên taybet destûr nadin xalê wî rakin nexweşxaneyê.
Akşîn diyar kir ku li ser navçeyê balafirên keşfê digerin û di bejahiyê de jî bi tankan êrîş dikin. Akşîn diyr kir dibe ku her kêlî xalê wî Ziyan Erzîk ji ber xwînê winda dike jiyana xwe ji dest bide.
'YA WÊ ME HEMÛYAN BIKUJIN, AN JÎ WÊ TANKAN BIKIŞÎNIN’
Akşîn, wiha axivî: "Niha li Nisêbînê kesên birîndarên xwe ji erdê jî radikin tên qetilkirin. Lê berdêla wê mirin be jî ti çareyeke me ya din nîne ku em dernekin kolanan. Li ser me re balafirên bê mirov digerin. Bi tankan guleyan berdidin kolanan. Hawan avêtin cihê em lê. Xalê min niha birîndar e. Me anî jêrzemînê. Ji bo xwînê winda neke em hewl didin lê ji ber xwînê winda dike dibe ku her kêlî jiyana xwe ji dest bide. Em nikarin temaşeyî vê hovîtiyê bikin. An wê me hemûyan bikujin an jî wê tank û topên xwe vekişînin. Cîhanê di vê serdemê de şahidî ji hovîtiyeke wiha re nekiriye. Me agahî girt ku welatiyê cenazeyê Ahmet Sonmez ji erdê rakiriye jî ji aliyê sekvanan ve hedef hatiye girtin. Tîmên taybet welatiyê birîndar girtine û revandine. Niha sax e miriye, me agahî negirt.”
'DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DEST BIAVÊJE'
Teknîkerê Kadastro Seyfettîn Yavûz jî, diyar kir mirov bi rojane ji ber tankan û topan bê razan, tî û birçî û bi tirsa mirinê re rû bi rû ne. Yavûz anî ziman ku tiştên li navçeyê rû didin, weke darbeyeke leşkerî ye, eger li bajarekî rojava tiştên wiha rû bidana, wê televîzyonan wek ‘darbeya leşkerî’ nûçe derbas kiribana. Lê li vir topan diavêjin malên mirovên sivîl. Divê tavilê Neteweyên Yekbûyî dest biavêje vê. Em bi hêzeke ku bi tankan welatiyên xwe dikujê re rû bi rû ne.”