Li Qerqelî înfaz û binçavkirin hatin protestokirin
Li Qerqeliyê înfaza 2 gerîlayên HPG’ê û binçavkirina 27 mertalên zindî hat protestokirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku kesên di bin çavan de bên berdan û polîtîkaya şer a AKP’ê hat protestokirin.
Li Qerqeliyê înfaza 2 gerîlayên HPG’ê û binçavkirina 27 mertalên zindî hat protestokirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku kesên di bin çavan de bên berdan û polîtîkaya şer a AKP’ê hat protestokirin.
Li navçeya Qerqelî ya Wanê li Taxa Astêco ku pêr tîmên taybet û leşkeran 2 gerîlayên HPG’ê înfaz kirin, Hevşaredara Qerqelî Handan Bagci û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Qerqelî Yakûp Almaç jî di nav de 27 kesên xwestin înfazê asteng bikin hatin binçavkirin. Înfaz û binçavkirin hatin protestokirin.
BI SEDAN KES TEVLÎ BÛN
Girseya li hember înfaz û binçavkirinan li Parka Bariş kom bû, heta Cadeya Cumhuriyet meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzar nakin” hatin gotin. Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Munîr Aras, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Selamî Ozyaşar, rêxistinên DBP-HDP ên bajêr û navçeyan, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, hevşaredar, bi sedan welatî û esnafên ku derabeyên dikanên xwe girtin tevlî meşê bûn.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Qerqelî Recep Ceylanci yê piştî meşê axivî polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kir, xwest kesên di bin çavan de bên berdan.
BANGA LI GELÊN TIRKIYEYÊ
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Munîr Aras jî diyar kir ku polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê nayên qebûlkirin û wiha dewam kir:
"Em vê bangê li gelên Tirkiyeyê dikin; hikûmeta AKP’ê tevayî welêt û gelan ber bi kendalê ve dibe. Em bi hev re li hember derkevin û bêjin,’bes e'. Di nav hefteyê de li Qerqelî komkujiyê rû da. du kesan jiyana xwe ji dest da. 3 kes jî birîndar bûn. Ji bo xwîna tê rijandin bê sekinandin 30 kesên li taxê bûn mertalên zindî hatine binçavkirin. Di nav wan de Hevşaredara me Handan Bagci û Hevserokê me yê DBP’a navçeyê Yakûp Almaç jî heye. Banga me ev e ku hevalên me tavilê bên berdan. Em ê timî li gel hevalên xwe bin.
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo" ber bi Taxa Tepedam bi rê ket.