Hêzên dewletê li Nisêbînê ciwanekî Sûriyeyî yê 25 salî birîndar kirin

Li Nisêbînê berxwedana gel didome, sekvanan ciwanekî 25 salî yê bi navê Cemîl Hamsî yê ji ber şerê Sûriyeyê hatiye Nisêbînê ji pişta wî birîndar kirin.

Li Nisêbînê berxwedana gel didome, sekvanan ciwanekî 25 salî yê bi navê Cemîl Hamsî yê ji ber şerê Sûriyeyê hatiye Nisêbînê ji pişt ve birîndar kirin. Hate ragihandin ku ji ber Hamsî dereng rakirine nexweşxaneyê zêde xwîn winda kiriye.

Bi rojan e gelê Nisêbînê li hember êrîşên dewletê li ber xwe dide. Li Taxa Yenî Tûranê, sekvanan ciwanê 25 salî yê Ereb Cemîl Hamsî ku ji ber şer ji bajarê Helebê hatibû Nisêbînê û dixebitî, ji pişt ve birîndar kirin. Ji ber ku leşker û polîsan nehiştin Hamsî rakin nexweşxaneyê gelek xwîn winda kiriye. Piştî bi saetan Hamsî yê giran birîndar e rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Her wiha, parlamenterên HDP’ê li ser Rêya Îpekê çalakiya rûniştinê didomînin.