Nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ hat aşkerakirin
Nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên li derdora qûntarên çiyayê Kizwanan de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.
Nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên li derdora qûntarên çiyayê Kizwanan de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.
Navenda Çapemeniya YPG'ê nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên li derdora qûntarên çiyayê Kizwanan de jiyana xwe ji dest dan bi raya giştî re parve kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de got:
“Berxwedana hêzên me YPG/YPJ li dijî Komên çeteyên girêdayî DAIŞ’ê dewam dike û serketinên mezin bi xwe re tîne.
Ev jî bi saya îradeya ji pola û ruhê fedayî yên yekîneyên me û gelê me yê berxwedêr û welatperwer e. Û di vê berxwedanê de sê rêhevalên me bi fedayîtî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihiştin asta şehadetê.
Em wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin dibêjin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Bêrîtan Cûdî
Nav: Cîhan Ehmed
Navê dayikê: Cewhera
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir- gundê Xerra 02.10.2015
Nasnav: Xweşmêr Mêrxwaz
Nav: Elayî Elbedî
Navê dayikê: Gemra
Navê bav: Ismayîl
Cihê jidayikbûnê: Heseke
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir- gundê Xerra 02.10.2015
Nasnav: Rêzan Rizgar
Nav: Ebdulah Elhuseyin
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Ebdulselam
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir- gundê Xerra 02.10.2015