Li Geverê li hember konvoya leşkerî sabotaj: 12 leşker mirin, 7 leşker birîndar bûn

Li hemberî konvoya leşkerî ya ji 40 wesayîtên ku ji navçeya Gever a Colemêrgê diçû Şemzînanê çalakiya sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de du wesayîtên zirxî bi temamî hatin îmhakirin, 12 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn.

Çalakiyên gerîlayên HPG’ê didomin. Li hemberî konvoya leşkerî ya ji 40 wesayîtên ku ji navçeya Gever a Colemêrgê diçû Şemzînanê çalakiya sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de du wesayîtên zirxî bi temamî hatin îmhakirin, 12 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand ev xisûs diyar kir: “Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de; li hemberî êrîşên Erdogan û hikûmeta AKP’ê yên bi hêzên taybet li hember gelê Bismilê pêk anî, hêzên me yên gerîla çalakiyek li dar xistine. 2’yê Cotmehê saet 01.30 li hember konvoyeke ji 40 wesayîtên zirxî dema ji navçeya Gever diçû Şemzînanê; li nêzî gundê Pagê yê girêdayî Geverê  çalakiyeke sabotajê pêk hatiye. Di vê çalakiyê de du wesayîtên zirxî bi temamî hatin îmhakirin, 12 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC saet 08.00 û 14.00 enqaza wesayîtan rakiriye, çalakî bilez nixûmandiye.

2’ê Cotmehê saet 15.00’an 3 wesayîtên zirxî yên artêşa TC dema ji qereqola Tepê Remo derketin, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li hember wan pêk anî. Wesayît neçar man vekişin. Piştî çalakiyê, qereqolên Şitaza, Tepê Çete û Tepê Remo, herêman Mergê û Warê filleha bi obus û hawanan bomberdûman kirin.

29’ê Îlonê saet 19.00’an, 2 helîkopterên Skorsky ji tabûra Geverê ya Colemêrgê diçû herêma Geliyê Dostkiyê, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî pêk anîn û helîkopter neçarî paşve kişiyan.

JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

2’ê Cotmehê saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li hember qereqola Rindikê ya li xeta sînor a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê, qereqola Rindikê herêmên derdora xwe bomberdûman kir. Di encama bomberdûmanê artêşa TC de wesayîteke sivîl dema kes tê de tinebû, derbe xwar û bi temamî bêkêr bû.

2’ê Cotmehê saet 06.00’an qereqolên Dêrik û Alaya Garê yên li xeta sînorê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, derdora xwe bi dijwarî da ber bombeyan. Li hember vê bomberdûmanê, saet 08.00’an hêzên gerîlayên li hember qereqola Dêrikê bi çekên giran nêzî 45 deqeyan çalakiyek li dar xistin. Li hember lêdanên gerîlayên me, qereqol saetekê bê deng ma. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. 

2’ê Cotmehê saet 13.00’an li hember leşkerên ku ji bo dewriyê ji Şemzînana Colemêrgê diçûn herêma Şapatayê çalakiyek sûîqestê pêk hat û leşkerek hat kuştin.

2’ê Cotmehê saet 06.00’an, hêzên gerîlayên me li hember qereqola Bêzok a li xeta sînorê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.

WESAYÎTÊN JI BO QEREQOLÊ RÊ ÇÊDIKIRIN HATIN HIŞYARKIRIN

2’ê Cotmehê saet di navbera 09.00-09.30’an, wesayîtên kar hewl didan ku rêya pêşiya qereqola Bîlîcanê ya li xeta sînor a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên gerîlayên me guleyên hişyariyê avêtin, piştî wê wesayîtên kar xwe ji herêmê kişandin.

2’ê Cotmehê saet 14.00’an, tîmek hêzên gerîlayên me wesayîteke ku ji qereqola Bîlîcanê re malzeme dibir desteser kirin.

Detayên tevgera leşkerî, çalakî û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê jî ev in:

Nêzî navçeyên Mehmûdî û Qerqelî yên Wanê, 30’ê Îlonê danê êvarî nêzî gundê Tepedokê, bi leşkerên derketine operasyonê re pevçûnê rû da.  Hevalê Baz û Bahoz ji bo mudaxeleyî  vê operasyona gelek wesayîtên zirxî û bomberdûman hebûn, bike bi ruhekî fedaî yê Apoyî bi lehengî şer kirin û 1’ê Cotmehê gihiştin şehadetê.

Di vê operasyonê de leşkeran bi zanebûn 2 sivîl kirin hedef, 1 jê qetil kirin û yê din jî bi giranî birîndar bû.

1’ê Cotmehê saet 20.00’an, tîmek hêzên gerîlayên me li hember xeta elektrîkê ya li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çalakiyek sabotajê pêk anî û di encam de xeta elektrîkê bi temamî îmha kirin.

GERÎLAYAN JI BO BERSIVDAYÎNA ÊRÎŞÊN LI HEMBER ŞEHÎDGEHAN ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

2’ê Cotmehê saet 20.50’an ji bo bersivdayîna êrîşên li hember şehîdgehên me, hêzên gerîlayên me li hember Tabûra Findikê ya girêdayî Şirnexê çalakî pêk anîn. Ji mesafeyek nêz ve bi lêdanên bandor 2 çeper hatin hedefgirtin, 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Her wiha tabûr û girên girêdayî tabûrê yên Tepe Ewîn, Bênat û Sawadî bi çekên giran ve bûn hedef. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe yên tabûrê û girê Sawadî bi helîkopterên Skorsky rakir, bi 4 helîkopterên Kobra jî derdor bomberdûman kir.

Medyaya şerê taybet 2 gerîlayên me li gundê Şûka yê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê şehîd ketine û 2’yan jî birîndar nîşan dide, ev nûçe derew in. Hêzên me yên Berwarî li vê herêmê ti windahiyên xwe tinene.

Rojên dawî de li gundê Zivzik ê girêdayî navçeya Şîrwanê ya Sêrtê, komek kontra ya 2 jê jin, 6 kes in derketiye holê. Ev koma kontra li ser gelên derdor hewldanên xwe yên tarî didomînin.

2’ê Cotmehê danê êvarî, lêşker û hêzên qaşo ewlehiyê yên talîmata komkujiya artêşa TC bi cih tînin, bi tankan ve ketin taxên navçeya Farqînê ya Amedê. Saet nêzî 15.30’an, hêzên gerîlayên me li hember konvoya ku diçû gundê Reşo yê Farqînê çalakî pêk anî, piştî çalakiyê pevçûnek demkurt rû da. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin, ji ber leşkeran derdorên xwe rasterast gulebaran kirin, erazî şewitî. Yekîneya me ya çalakî pêk anî, piştî çalakiyê vegeriya bargehên xwe.

2’ê Cotmehê saet di navbera 12.00-13.00’an de wesayîteke ku ji qereqolê ya nêzî herêma Şêx Cûma ya girêdayî Bedlîsê erzak dibir hate sekinandin, ajokarê wesayîtê piştî hat hişyarkirin hate berdan.

2’ê Cotmehê saet 08.00’an, hezên gerîlayên me li hember qereqola Konaxder a girêdayî Bedlîsê çalakiyek sûîqestê pêk anîn, di encam de leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Konaxder, qûntarên Kemberê da ber topan.

2’ê Cotmehê saet 10.00’an, dema hêzên gerîlayên me rêya Dêrsim-Erzîncanê kontrol dikirin, 2 leşkerên girêdayî Tûgaya Topavêjan a Erzîncanê bin çav kirin.

28’ê Îlonê saet 12.30’an yekîneyek gerîlayên me li hember îstasyonên bazê yên li zozanên Ovacikê ya girêdayî navçeya Dortyol a Hatayê, çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de, îstasyonên bazê û panoyekî elektrîkê ya nêzî îstasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.

Agahiyên nasnameya gerîlayên 30’ê Îlonê li derdora navçeyên Mehmûdî û Qerqelî şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Bahoz Tirêj

Nav-Paşnav: Ahmet Kalmaz

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayik-bav: Zeynep – Feyzullah

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeh 2015 / Wan

 

Nasnav: Baz Bager

Nav-Paşnav: Şahîn Ozberk

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayik-bav: Fatma – Yusuf

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeh 2015 / Wan”