Li Nisêbînê êrîş jî berxwedan jî mezin dibin: 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin

Li gelek taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji duh ve komên ciwanên berxwedêr li hember operasyonên tîmên taybet çalakiyên xwe didomînin. Di encama çalakiyan de 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

Li gelek taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji duh ve komên ciwanên berxwedêr li hember operasyonên tîmên taybet çalakiyên xwe didomînin. Di encama çalakiyan de 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

Li gelek taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji duh ve komên ciwanên berxwedêr li hember operasyonên tîmên taybet çalakiyên xwe didomînin. Di sûîqestên polîsan de Ahmet Sonmez ê 50 salî hate qetilkirin, Mûsa Akçîn ê 75 salî jî birîndar bû. Di encama çalakiyan ciwanan de 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

4 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Duh êvarî nêzî saet 20.00’an dewleta Tirk bi tank û hawanan êrîş birin ser Taxa Koçer a girêdayî navçeya Nisêbînê, bi tîmên taybet û leşkeran jî li ser taxê operasyon li dar xistin. Di encama van operasyonan de sekvanên li ser avahiyan xwe bi cih kirine Ahmet Sonmez qetil kirin, Mûsa Akçîn jî birîndar kirin. Her wiha gelek wargehan jî zerar dît. Polîsên tîmên taybet heta saet 09.30’an êrîşî taxê kirin, ji bo taxê bi dest bixin jî êrîşek duyemîn a berfirehtir destpê kirin. Polîs ji aliyê Avahiya Hikûmetê û Qada Newrozê ve ketin tevgerê û bi çekên giran ve Taxa Ş. Gelhat (Abdûlkadîr) kirin hedef. Di navbera êrîşkaran û ciwanan de pevçûn bi dijwarî berdewam kir.

Wesayîteke zirxî di vê demê de xwest bikeve taxê, ciwanan kemîna berê amade kiribûn teqandin û wesayît bi giranî derbe kirin. hate diyarkirin ku di pevçûnên taxê de 4 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

TOMA HAT ÎMHAKIRIN

2’yê Cotmehê saet 21.00’an gel li hember êrîşan li Kolana Sakarya (Navenda Sûkê) ya Nisêbînê daketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Polîsên bi çekên giran êrîş birin ser gel, xwe berxwedana ciwanan û gel dîtin. Komên berxwedêr êrîşên polîsan bi çekên ferdî û bombeyên dest bersivandin, her wiha li hember wesayîtek TOMA jî çalakî li dar xistin. Polîsekî di TOMA’ya hatibû îmhakirin de mir, yek jî birîndar bû. Polîs bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kir û li ser avahiyên bilind jî sekvan bi cih kirin.

WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN DERBEKIRIN

Heman rojê êrîşeke din jî li hember Taxa Alîkayê bû. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî ve xwestin bikevin taxê rastî berxwedanê hatin. Ciwanan li hember wesayîtên zirxî B-7 bi kar anîn û di encam de wesayîtek tîpa Kobra derbe xwar.

Saetên pêş, ciwanan li hember polîsên ku li derdora taxê disekinîn çalakiyeke din li dar xistin û hêza operasyonê paşve kişandin. Ciwanan bi çekên ferdî û bombeyên dest çalakî li hember hêzên tîmên taybet pêk anîn û di encama çalakiyê de tîmên taybet ên ji bo operasyonê hatibûn xwe kişandin nêzî Rêya Îpêkê. Piştî wê artêşa TC bi çekên giran û tankan, heta sibê li taxê dan.

Îro saet 09.00’an polîsên tîmên taybet bi çekên giran û bombeyan êrîş birin ser taxên Alîka û Ş. Gelhat ên girêdayî Nisêbînê. Ciwanên xweparastinê pêk tînin, li hember van êrîşan destpêkê li hember 3 komên sekvanên ên li hin cihên taxê xwe bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Der barê ve çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Nêzî Nisêbînê pevçûn didomin, ketin û derketinên navçeyê bi temamî hatine girtin. Li Nisêbînê ku qedexekirina kolanan hê jî didome, teqwiyeyên tîmên taybet û leşkeran li ser Rêya Îpekê berdewam dikin.