Hatîp Dîcle: Xweseriya demokratîk projeyeke aştiyê ye

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, diyar kir ku pêwîst e dewlet dest ji siyaseta xwe ya tektîpkirinê berde û got, "Em nabêjin em dewleteke cuda ava bikin. Pirsgirêkên li vir kesên li vir hê baştir dizanin. Enqere van nizane.”

Ji ber dewletê xwest nîşana îradeya polîtîk a Kurdan, xwerêveberiyê bi şîdetê asteng bike û bifetisîne,  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Jinên Azad (KJA) ketin tevgerê û ji 15 rêzecivînan, civîna duyemîn li navçeya Norşînê ya Bedlîsê pêk anîn. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Parlamenterê HDP’ê yê berê yê Wanê Kemal Aktaş, Endamê Desteya Dîwana KCD’ê Esma Guler, hevşaredarên DBP’ê jî tê de bi sedan welatî li Navenda Çandê ya Norşînê tevlî panelê bûn. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle destnîşan kir ku divê dewlet dest ji siyaseta yekperestî berde. Dîcle got: “Em nabêjin em dewleteke cuda ava bikin. Pirsgirêkên li vir kesên li vir hê baştir dizanin. Enqere van nizane. Pêwîst e li herêman rêveberiyên xwecihî hebin.”

‘XWESERIYA DEMOKRATÎK WÊ TÊKEVE MERIYETÊ’

Dîcle bi bîr xist ku Mûtabeqata Dolmabahçeyê bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ser masê, lê Erdogan û AKP’ê mase qulipandiye û wiha axivî: “Kesên ku mase qulipandine, wê rojekê xweseriya demokratik qebûl bikin. Îro nebe wê sibê xweseriya demokratîk têkeve meriyetê. Xweseriya demokratîk projeyeke aştiyê ye. Em 25 salan jî şer bikin, careke din mutabeqata me wê ya Dolmabahçe be. Di xweseriyê de tinekirina dewletê nîne. Dewlet û demokrasî heye.”

‘WELATEKÎ KU JIN NE AZAD E NE AZAD E’

Endama Desteya Dîwana KCD’ê Esma Guler bal kişand ser rola jinê ya di xwerêveberiyê de û got: “Li Rojhilata Navîn dema jinan navê xwe didan bihîstin, Tirkiyeyê li erdnîgariya xwe li hember Kurdan şer da destpêkirin. Dewletê li hember Kurdan şer da destpêkirin, Gel û cinsê yekemîn ê li cîhanê hatiye pelçiqandin jin e. Welatekî ku jin ne azad bin, ne azad e.”

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş jî anî ziman ku Kurd ne xerîbê xweseriya demokratîk in, wê xwerêveberî li tevayî qadên wek civak, hiqûq, dîplomasî, perwerde, ekolojî, aborî, xweparastin, jin û çandê de bikeve meriyetê.