Gerîlayê HPG’ê Yîgît spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Yîgît (Deniz Faruk), ê li Şemzînanê di bombebarana dewletê de hat qetilkirin, ji aliyê hezaran ve hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Yîgît (Deniz Faruk), ê li Şemzînanê di bombebarana dewletê de hat qetilkirin, ji aliyê hezaran ve hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Yîgît (Deniz Faruk), ê li Şemzînanê di bombebarana dewletê de hat qetilkirin, ji aliyê hezaran ve hat definkirin.
Balafirên şer ên Tirk 2'yê Îlonê de herêma Şemzînanê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 7 gerîllayên HGP'ê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên 7 gerîllayên HPG'ê birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Piştî malbat çûn hin cenaze tespît kirin, malbatan cenazeyên xwe wergirtin. Malbata gerîlayê HPG'ê Mehmet Yîgît (Denîz Faruk) çûn cenazeyê kurê xwe wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê defin kirin. Bi hezaran welatî beşdarî merasîma cenaze bûn û cenaze pêşwazî kirin. Girseyê cenazeyê Yîgît piştî merasîmê li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Girse ji mizgeftê heta goristanê meşiya û darbesta HPG'î Yîgît li ser milên xwe birin. Dema darbest danîn ser milê xwe û meşiyan strana Xelîl Xemgin a "Mihemedo" hat gotin. Girseyê piştî cenazeyê Yîgît defin kir sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Malbatê li ser gorê hine çêkir û li ser gora HPG'ê Yîgît hine belav kirin. Dîsa posterê Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin.
Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe, diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdên xwe berdewam bikin û li doza wan xwedî derkevin. Dayika Yîgît, Azîze Yîgît, anî ziman ku pir xemgîne ku dîsa rûyê kurê xwe nedît û wiha got: "Dayikekê bifikire ku bêyî li rûyê kurê xwe binere û bi destê xwe defin bike. Ma tiştekî ji vê yekê xerabtir heye? Parçe dikin, dişewitînin. Bi vê yekê jî têr nabin niha goristanan bombe dikin. Heta em sax bin em ê têkoşîna wan berdewam bikin."
Xwişka gerîlayê HPG'ê Yîgît, Sarya Yigît jî anî ziman ku ew ê bi ser bikevin ji ber ku ew mafdar in.
Girse piştî cenaze defin kir çû mala sersaxiyê.